Ji bo cejnê çûn serdana gorên Ayhan û Yazar 2020-05-21 15:06:31   RIHA – Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, ji ber Cejna Remezanê, serdana gorên siyasetmedarên kurd Îbrahîm Ayhan û Ferîdûn Yazar kir.   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, ji ber Cejna Remezanê, serdana gorên siyasetmedarên kurd Îbrahîm Ayhan û Ferîdûn Yazar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu jî beşdarî serdanê bûn.   Koma ku Parlamenter Ayşe Surucu di nav de derbasî navçeya Siwêreqê bû. Kom li navçeyê destpêkê çû serdana malbata Îbrahîm Ayhan ku di 20’ê îlona 2018’an de li Herêma Federa Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû û bi dayika Ayhan Zekiye Ayhan re serdana gora Ayhan kir. Komê qurnefîl danîn ser gora Ayhan.   ‘EM DI RÊYA YAZAR DE NE’   Koma ku Parlamenter Omer Ocalan jî di nav de derbasî gundê Ordekê bû û serdana gora Yazar kir. Di serdanê de Ocalan axaftinek kir û da zanîn ku gelek bedel hatine dayîn û gelek êş hatine kişandin û ev tişt got: “Hê jî êrîşên li ser goristanan berdewam dikin. Neyartiyeke gelek mezin hat meşandin û hê jî tê meşandin. Ferîdûn Yazar jî van êşan kişandiye. Tişta ku em bikin di rêya wan meşandin û mezinkirina nêrîna wan. Ji ber vê yekê em dîsa dibêjin em di rêya wan de ne.”