Girtiyên nexweş dernaxin revîrê 2020-05-21 14:03:07 ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz, diyar kir ku ji ber binpêkirina mafan parve kiriye wî dernaxin revîrê. Filiz, anî ziman ku dermanê wî xelas bûne û bijîşk qefrê xwe biwî dikin.  Girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz ê 23 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Odemiş a Îzmirê dimîne, bi nexweşiya pençeşêra rovî, nexweşiya hestî û tuberkulozê ye. Fîlîz  bi rêya telefonê bi birayê xwe Şehmuz Fîlîz re axivî û diyar kir ku ji ber wî der barê rewşa girtîgehê û binpêkirina mafan de agahî dane derve wî dernaxin revîrê û îlacên wî nadin wî. Fîlîz, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê jêre gotiye ji ber nuçeyên te tên weşandin wî dernaxin revîrê û Bijîşkê Cerahiya Giştî yê hefteyaborî hatiye girtîgehê qerfên xwe bi wî kirine. Fîlîz, anî ziman ku bijîşk gotiye 'Tişt nabe' û kenê xwe bi wî kiriye.    Fîlîz, anî ziman ku qawîş nayên dermankirin û nayên paqijkirin.