Nelirêtiya qeyûman gelo tê pirsîn? 2020-05-21 13:08:07 AMED -  Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu bibersivîne pirsname da meclisê û pirsa "Nelirêtiyên ku di rapora Dadgeha Dageriyê (Diwana muhasabatê) hat xuyakirin hat lêpirsîn ya na?" pirsî.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Necdet Îpekyuz, ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Îpekyuz, anî zimanku di rapora Dadgeha Dagerî (Dîwana Muhasabatê) e jî xuya dibeku Qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatine kirin nelirêtî kirine. Îpekyuz, anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel û zagona bijartin û hilbijartinê binpê kirine.    Pirsên ku Îpekyuz ji Soylu pirsîn wiha ne:    Qeyûm mêrek tayînî Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinê kiriye.    "* Di serdema berê de jî şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatibû kirin di Rapora Dîwana Muhasabatê de hat diyar kirin ku nelirêtî kirine. Der barê wan de tu lêpirsîn hat vekirin ya na. Encam çiye?    * Li Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatiye kirin li dijî zagonan meclîsên şaredariyan bê peyvir û erk tên hiştin. Hincet û sedema wan çiye?    * Dema qeyûm tayîn dikin, berî her tiştî tabelayên Kurdî dadixin. Sedema vê yekê çiye?    * Hemû saziyên di bin baneyê şaredariyê de xizmeta kurdi dikin tên girtin. Armanca wan çiye.?"