HDK'ê kesên di komkujiya Çerkezan de hatin kuştin bibîr anî 2020-05-21 12:51:07 STENBOL - Meclîsa Baweriyan û Gelan a HDK'ê, hemû kesên ku 156 sal berê di komkujiya Çerkesan de hatin kuştin bibîr anî. HDK'ê di şexsê komkujya Çermezan de gelên din ên rastî komkujiyê hatine jî bibîr anî.    Meclîsa Bawerî û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî 21'ê Gulê 156'emîn salvegera komkujya Çerkezan daxuyaniyek nivîskî weşand û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Meclîsa HDK'ê daxuyanî bi zimanê Adige û Tirkî dan. Meclîsê diyar kir ku Rûsya Çarlik bi gotina 'An hûn ê îteat bikin an jî hûnê bên kuştin' li dijî çerkezan 10 salan şer kiriye û bi şer, zilm û zorê di 21'ê Gulana 1864’an de Gelê Qedîm ê Kafkasyayê Çerkes ji welatê wan a Çerkesyayê derxistine. Meclîsê anî ziman ku bi zorê sirgûn kirine û bi komî kuştine û wiha got: "Di ser vê bûyerê re 156 sal derbas bûn.  Rûsya Çarlik ji bo bibe Împaratoriya Cîhanê û xwe nêzî Hindistan û Îstanbulê bike, di şerê dihat meşandin hemû kesan temaşe dikir. Eger wê deme mirov li hembeî vê yeke bêdeng nemabuna dê cîhan ew was rastî komkujiyan nehatiya. Dê ew qas şer pêş neketibûya.   Dê nêzî 2 milyon Çerkesên qetîm ji ser axa xwe koç nebûya û li hemû welatên cîhanê belav nebûya.    Di 156'emîn salvegera komkujiya Çerkesan de em carek din êşa wan parve dikin û em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Em di şexsê Çerkesên ku rastî komkujyê hatin li cem hemû gelên rastî tundî, zilm û komkujiyê tên cihê xwe digirin. Em dixwazin bê zanîn ku di têkoşîna azadiya ziman, çand, bawerî, wekhevî û demokrasiyê de em mlê xwe didi hev.