HDP: Divê Rûsya û Tirkiye Qirkirina Çerkezan nas bikin 2020-05-21 11:01:12 ENQERE - Alîkara Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar a HDP’ê Tulay Hatîmpgûllari, têkildarî Qirkirina Çerkezan daxuyaniyek da û xwest ku Rûsya û Tirkiye Qirkirina Çerkezan nas bikin. Alîkara Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar a HDP’ê Tulay Hatîmpgûllari, têkildarî 21’ê Gulanê salvegera Qirkirina Çerkezan daxuyaniyeke nivîskî da. Hatîmpgûllari, diyar kir ku gelê çerkez bi salan ji bo serxwebûna xaka Çerkezyayê têkoşiyane û di 21’ê Gulana 1864’an de li hemberî Rûsyayê têkçûne û ketine ser rêya koçberiyê.   Di berdewama daxuyaniya xwe de Hatîmpgûllari, destnîşan kir ku milyon û nîv çerkez ji xaka sirgûn bûne û 500 hezar çerkez jî jiyana xwe ji dest dane û got ku 156 sal in çerkez li edaletê digerin. Hatîmpgûllari, daxwaz kir ku di serî de Rûsya û Tirkiye û hemû dinya Qirkirina Çerkezan nas bikin û daxwaza gelê çerkez bi cih bînin.