Çelîk: Kesên ku pişta xwe dispêrên dewletê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl winda kirine 2020-05-21 09:58:40 MÊRDÎN – Parlamenterê HDP’ê Tuma Çelîk diyar kir ku yên ku pişta xwe dispêrên dewletê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl li Elkê dane windakirin.   Malata Keldanî Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên hevjînên ev di 11 Çile de li gundê Mehrî girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê kes ango kesên nasname nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî 70 rojî 19’ê adarê de li qeraxê Çemê Hezîlê hat dîtin. Lê hêj agahî ji Hurmuz Dîrîl nehatiye girtin. Derbarê lêpirsîna hatibû destpêkirin bi lezgînî biryara “nepeniyê” hat dayîn. Tevî ku du meh bi ser dîtina Şîmonî Dîrîl re jî derbas bûye hêj rapora otopsiyê nehatiye eşkerekirin.   Hêzên Parastina Gel (HPG) çend roj berê têkildarî bûyerê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku malbata Dîrîl ji aliyê komek 3 kesên ji hêzên kontra pêk tê hatine revandin û kuştin.   ‘XEBATA LÊGERÎNÊ HAT SABOTEKIRIN’   Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk ê sûryan ji roja malbata Dîrîl winda bûye ji bo aqûbeta wan eşkere bibe di nava hewldanê de ye. Çelîk bûyerê nirxand û diyar kir ku eskeran û fermandarê eskeran her çiqas gotin ku wan malbatê dîtiye jî lê bes nedîtine û malbatê eskeran derewand. Çelîk anî ziman ku agahiya derbarê dîtina her du hevjînên hev de xebata lêgerînê daye rawestandin û sabote kirin.   ‘ECÊBIYEK HEYE’   Çelîk da zanîn ku balkêş e ku li herêmek ku 24 saet tê kontrolkirin nedîtina malbatê ya ji aliye eskeran ve pir ecêb e û diyare ku bi zanebûne xebatek ji bo dîtina wan nedane.   KESEK BI NAKOKÎ AXIVIYE   Çelîk destnîşan kir ku ji bilî malbata Dîrîl kesek ku li gund dijî di îfadeya xwe de gotiye ku 3 kesan Hurmuz û Şîmonî li gel xwe birine û lê pişt re îfadeya xwe guhertiye gotiye ku wî tu kesî nedîtiye. Çelîk got ji ber îfadeyên vî kesî yên bi nakokî divê were darizandin. Çelîk anî ziman ku di navbera wî kesî û malbata Dîrîl de husumetek heye. Çelîk got hêj rapora otopsiye ya Şîmonî nehatiye eşkerekirin û ev yek jî gumanan zêde dike.   ‘YÊN KU PIŞTA XWE DANE DEWLETÊ VÊ YEKÊ DIKIN’   Çelîk destnîşan kir ku li herêmê her çiqas carna navê partiya îqtîdarê biguhere jî lê polîtîka û nêzîkatiya îqtîdarê di bingeha xwe de eynî ye û got: “Du xizmên malbata Dîrîl di sala 1994’an de tên windakirin. Li gorî min peyama ku wê çaxê dan û peyama ku îro didin wek hev e. Wê çaxê jî nedihiştin sûryanî vegerin gundên xwe îro jî vegera gundan a sûryaniyan tê astengkirin. Yên ku vê yekê dikin raste rast ne yekîneyên dewletê ne lê ew kes û komik in ku pişta xwe dane dewletê û bi dewletê bawer in. Vê yekê jî ji bo pêşî li vegera gundan bigirin dikin. Dewletê ji bo dîtina Hurmuz û Şîmonî wezîfeya xwe pêk neanî. Wezîfedaran ji bo hin kesan biparêzin, dîtina her du kesan asteng kirin.”   MA / Ahmet Kanbal