Bang li cerdevanan kir: Dev ji vê şaşiyê berdin, xwezayê qirêj mekin 2020-05-21 09:08:16   ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku li dijî qirkirina darên li Çiyayê Cûdiyê wê dengê xwe bilind bikin û ji bo cerdevanên daran jê dikin jî got: "Dev ji vê şaşiyê berdin. Xwezaya xwe qirêj mekin."    Ji navenda Şirnexê heya Bajaroka Sêgirikê ya navçeya Qilebanê qirkirina daran didome. Ji bo qaleqolên li Çiyayê Cûdiyê, cerdevan daran jê dikin û bi vî awayî bi hezaran donim daristan hatin tunekirin.    Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, destnîşan kir ku xwezaya Çiyayê Cûdiyê tê tunekirin. Ozguneş, anî ziman ku AKP bi çêkirina qaleqolan xwezayê dikuje û got: "AKP, siyaseta xwe di ser kuştina xwezaya Kurdistanê re dimeşîne. Li Kurdistanê siyaseta wan tunekirina xwezayê ye. Bi salan e daristanên me dişewitînin. Dibêjin 'Şer qewimî, pevçûn çêbû' û bi vî awayî ser digirin. Lê em baş dizanin ev hincet in. Gundî naxwazin darên wan bên jêkirin. Lê hêzên dewletê, cerdevan daran jê dikin û dibin li Riha, Semsûr û bajarên din difiroşin. Li vê herêmê darên temenêw an ji sedsalî zêdetir hene. Hemû tên jêkirin."    BANG LI CERDEVANAN KIR    Ozguneş, destnîşan kir ku ew ê tevî xwezahezan û rêxistinên civaka sivîl li dijî vê qirkirina dengê xwe bilind bikin û got: "Ji bo jiyaneke ekolojîk em ê li dijî vî şerê qirêj bisekinin."   Ozguneş, bang li cerdavnên ku daran jê dikin kir û got: "Nebin şirîkî vê qirkirinê. Xwezaya xwe qirêj mekin. Ji bo çend qurîş pere hûn xwezaya xwe, axa xwe tune dikin. We dixapînin, berbayî wan nekevin. Dev ji vî tiştî berdin."