ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-21 09:00:31 * Serokê Komeleya Esnafên Çarşiyê ya Mêrsînê Bekîr Algullu, anî ziman ku di dema şewbê de li bajêr 30 hezar esnafî dikanên xwe girtine û got, qedexeyan pişta esnafên biçûk ên piştgiriya wan nehat kirin şikandiye.  * Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku li dijî qirkirina darên li Çiyayê Cûdiyê wê dengê xwe bilind bikin û ji bo cerdevanên daran jê dikin jî got: "Dev ji vê şaşiyê berdin. Xwezaya xwe qirêj mekin."    * DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûn-civakî da destpêkirin. Hevberdevkê Înîsiyatifa DER-MEZ’ê Derûnas Mehmet Şerîf Akbaş, diyar kir ku xwestine bi zimanê zikmakî bi gelê xwe re bibin alîkar.   * Koçerên ku hinek rêyên wan ên çûyînê di bin ava Bendava Ilisûyê de mane, diyar kirin ku zor û zehmetiyên dikişandin zêdetir bûne û gotin, sewalvanî jî ne wekî berê ye.    * Hevserokê Egîtîm Senê Mahmût Bînîcî, diyar kir ku li bajêr 200 hezar xwendekar di karên çandiniyê yên demsalî de dişixulin û got: "Zarokên li nav erdan dişixulin û yên li bajaran derfetên wan ne wek hev in, lê her du jî dikevin heman ezmûnê."   * Li Goristana Kîlyosê 261 cenaze di bin peyarêyê de hatibûn veşartin. Dîmenên peyarêyê bi dest me ketin. Di dîmenan de tê dîtin ku qabên plastîk ên cenaze têde bûn çawa avêtine ser hev û bi nigan çawa tên tehmdan.     * Prof. Dr. Veysel Ulusoy, diyar kir ku rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê deynan bi deyna rûpoş dike. Ulusoy, bal kişand ser Peymana swapê ku Tirkiye bi Qatarê re îmze kir û lîmita wê derxistin 15 milyar dolarî û wiha got: “Dixwazin deyn bi deyn bigirin. Ev maqyaj e."   * Pêşketinên derbarê vîrûsa korona Kovîd-19) de wê bên şopandin.    * Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, li avahiya Amedê ya partiyê derbarê rojevên heyî de nirxandin bike. (12.00)   * Li Amed, Enqere û Stenbolê, wê ne pêşwazîkirina daxwazên xebatkarên tenduristiyê bi dayîna daxuyaniyan bê şermezarkirin. (12.30)     * Hevserokên KCD û DBP'ê wê bi HDP'iyan re li navçeya Sûr a Amedê esnafan ziyaret bikin û daxuyanî bidin. (13.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Enqerê, wê derbarê êrîş û binçavkirinên duh de daxuyanî bide çapemeniyê û bertek nîşan bide. (14.00)