Bajaroka Weyselqeranî 14 rojan xistin qerantînayê 2020-05-21 07:48:22   SÊRT – Bajaroka Weyselqeranî ya Hawêlê ji ber di rojên dawî de kesên bi nexweşiya şewba vîrûsa corona ketin zêde bû 14 rojan xistin qerantinayê.    Di rojên dawî de dîsa şewba vîrûsa corona (Covit-19) li bajarên herêmê belav dibin. Bajaroka Weyselqeranî ya Hawêl a Sêrtê ji ber di rojên dawî de kesên bi nexweşiya şewba vîrûsa corona ketin zêde bû 14 rojan xistin qerantinayê. Qeymeqamiya Hawêlê daxuyanî da û diyar kir ku di navbera 21'ê Gulanê û 3'ê Hezîranê de 14 rojan qerantîna îlan kirine. Eskeran li ser rêyên ketin û derketina bajarokê nokteyên kontrolê danîn û welatî dê heta 14 rojan nikaribîn ji bajaroke derkevin.