MEBYA-DER: Dest nedin nirxên me 2020-05-20 19:06:18   AMED - MEBYA-DER’ê der barê êrîşên goristanan de bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk kir  û got: “Li dijî van pêkanînên derveyî mirovahiyê divê dengê me zêdetir derkeve û em xwedî li malbatên xwe derkevin.”   Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) ji bo balê bikşîne ser êrîşên li ser goristana li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê xwestin destpêkê daxuyaniyê li Goristana Yenîkoyê bidin, lê polîsan destûr neda û asteng kir. Li ser vê yekê MEBYA-DER’iyan bertek nîşanî polîsan da û li ser gorên şehîdên demokrasiyê geriyan û dua xwendin, pişt re li komeleya xwe daxuyanî dan. Endam û rêveberên MEBYA-DER’ê û rêveberiya HDP’ê ya bajêr tev li daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de pankarta li ser "Destên xwe ji goristanên me bikişînin" nivîsandî hat hilgirtin.   ‘HIŞMENDIYA FAŞÎST ÊRÎŞÎ GORAN DIKE’   Di daxuyaniyê de Endama MEBYA-DER’ê Hanim Altindağ bal kişand ser kesên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dayî û got: “Meha Gulanê ji bo gelê kurd û dîroka mirovahiyê gelek girîng e. Kesên ku ji bo azadiyê bedena xwe emanetî axê kirî niha hişmendiya faşist êrîşî gorên wan dikin. Ev hişmendî ne nû ye hêj gorên Şêx Sêîd, Seyîd Riza kes nizane ka li kû derê ne.”    Altindağ, diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku civakê bê hiş, bê vîn bihêlin û got: “Herî dawî li Wan, Mûş, Colemêrg, Çewlik, Farqîn û Hezexê êrîşên goristanan berdewam kirin. Ev hovîtî li çû deran nehatiye dîtin. Di nav şer de jî rêz ji mirîyan re hatiye girtin. Lê AKP ya du peyvên wê yek jê Xwedê goristanan xerab dikin, cenazeyan îşkence dikin û cenaze bi kargoyan teslîmî malbatên wan tên kirin.”   Altindag, bibîr xist ku Wezîrê Karê Hundir duh gotiye tu êrîş li goristanan çênebûne û got: “Gelo heke tu êrîş li goristanan çênebûbin, nexwe kê biryara cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatî derxistin û di bin kevirên peyarê ya Goristana Bêkesan ya Kîlyosê di qutiyan de hatî veşartin daye? Kê bi kepçeyan gor xerab kirin û cenaze derxistin? Li Geverê kê gor şikandin? Heke rayedarên eskerî û emniyetê ne kiribin kê kirin? Der barê vê de lêpirsînek hatiye vekirin? Çima li dijî êrîşên goristanan dîyanet bê deng e? Heta ku Wezîrê Karê Hundir û Diyanet derbarê vê yekê de daxuyaniyekê ne de bi hiqûqî, wicdanî û ehlakî ew berpirsyar in.”   ‘DEST NEDIN NIRXÊN ME’   Altindag, dest nîşan kir ku wek MEBYA-DER dibêjin destên xwe ji goran bikşînin û got:“Dest nedin nirxên me. Em bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk dikin ku li dijî van sepanên derveyî mirovahiyê divê dengê me zêdetir derkeve û em xwedî li malbatên xwe derkevin. Di kesayeta Şehîdên Gulanê de hemû şehîdên demokrasiyê bi rêzdarî bibîrtinin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya ‘Destê xwe ji gorên me bikişînin’ bi dawî bû.