4 siyasetmedarên ku 25 sal ceza li wan hat birîn hatin berdan 2020-05-20 15:35:56 ÊLIH – Li Êlihê, 4 siyasetmedarên kurd ku 6 mehan bû girtîbûn, bi angaşta “endamtiya rêxistin” 25 sal ceza li wan hat birîn û hatin berdan.   Di 27’ê mijdara 2019’an de li Êilhê, delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 30 kes hatibûn binçavkirin û 19 jê hatibûn girtin. Di encama lêpirsîna ku dihat berdewamkirin de derbarê 30 kesan de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” cuda cuda doz hatin vekirin. Daneşîna doza ku li 2’emîn Dadegeha Cezaya Giran a Êlihê, derbarê delegeyên KCD’ê Sadrettîn Yilmaz, Seyîthan Tatar, Elîf Koyûncû û Fatma Kapaligoz ku nêzî 6 mehan bû girtîbûn, hatibû vekirin, îro hat dîtin.Dadgehê, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê da her çar siyasetmedaran û biryara berdana wan da.