Endamên OHD’ê li Goristana Kilyosê lêkolîn kirin 2020-05-20 15:17:56   STENBOL – Komek endamên OHD’ê çûn Goristana Kîlyosê ku 261 cenazeyên li cihek biçûk li ser hev hatine veşartin lêkolîn pêk anîn. Rêveberê OHD’ê Bulent Aşa da zanîn ku ew ê mijarê veguhêzin darazê.   Di kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin û bi îdiaya ku dê DNA’ya wan were kirin biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van 282 cenazeyan 261 cenaze li cihek biçûk ê cihê peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê li ser hev hatine veşartin. Vê agahiyê ango nûçeyê ajansa me roja duşemê ji raya giştî re belav kiribû. Li ser vê yekê komek parêzer ên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn goristanê û lêkolîn pêk anîn.   ‘EM Ê BIBIN DARAZÊ’   Parêzeran piştî lêkolîna ku pêkanîn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê Bulent Aşa diyar kir ku ew piştî nûçeyên li raya giştî belav bûne ketine tevgerê û got: “Vê sepana ku hatiye kirin cihê wê ne di hiqûqê de ne jî di ehlaqê de heye. Bi tu awayî nayê ravekirin. Em ê têkildarî vê lêkolîna xwe raporek amade bikin û di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin. Pişt re jî em ê mijarê hem bibin daraza netewî hem jî bibin daraza navneteweyî.”   Piştî daxuyaniyê parêzer ji goristanê vegeriyan.