HDP li dijî qeyûman daket kolanan 2020-05-20 14:58:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê li dijî tayînkirina qeyûman li Riha û Mêrdîn daket kolanan û çaakî li dar xist.      Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mêrdîn û Rihayê li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Sêrt,  Îdir, Hawêl, Misirc û Vartînîsê çalakî li dar xist û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.    RIHA    Rêxistina HDP'ê ya Rihaye li ber avahiya HDP'ê ya Eyûbiyê çalakî li dar xistin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûnan da. Parlamenter û rêveberên HDP'ê jî di navde gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, diyar kir ku qeyûm tayînî vîna gel kirine û wiha got: "Îqtîdara ku qala demokrasiye dike vîna gelê qurt xezp dike û darbeyê dike. Rojek bê dê kesên zilmê dikin bên darizandin û hesab bidin."    Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu jî diyar kir ku ji têkoşîna jinê ditirsin û wiha got: "Ji vîn û hebûna jinê ditirsin. Ji ber vê yekê dema qeyûm tayîn dikin ewil êrîşî destkeftiyê jinan dikin. Ew çiqas êrîş bikin, jin dê ew qas xwe bi rêxistin bikin. Em ê li pergala Hevserokatiyê xwedî derkevin."    Daxuyanî bi çepikan bi dawî kirin.    MÊRDÎN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. Platformê li pêş avahiya KESK'ê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û rêveberên HDP'ê jî amade bûn. Li vir pankarta "dest nedin vîna min vekirin" û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Derya Akyol, diyar kir ku qeyûm xezpa vînê ye û wiha got: "Hemû cîhan bi şewbê re şer dike, lê îqtîdar şewbê dike firsend û otorîteya xwe xurt dike."    Bi çepikan dawî li dauyaniyê anîn.