EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin 2020-05-20 14:46:33 AMED – Şaxa EMO’yê ya Amedê bertek nîşanî faliyeta ceryanê ya li Bendava Ilisûyê hat destpêkirin da û xwest dest ji xeletiyê li Heskîfê tên kirin berdin, projeyên talankirinê yên li Geliyê Zîlan û Mêrdînê werin rawestandin.   Şaxa Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) a Amedê têkildarî faliyeta ceryanê ya li Bendava Ilisûyê duh hat destpêkirin daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşan da.   Daxuyaniya EMO ya bi sernavê “Destê xwe ji dîrok û xwezaya me rakin” wiha ye:   “Heskîfa 12 hezar salî ku ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye û gelek cih û gund di bin avê de hatin hitşin. Îqtîdara siyasî belgeya şermê ya wê qet ji rûpelên dîrokê neyê jêbirin îmze dike. Bendava Ilisûyê dîrok û hawîrdorê talan dike. Duh bi merasîmek fermî faliyeta li Ilisûyê hat vekirin.   XELK HAT KOÇBERKIRIN   Bendava Ilîsûyê li gel Heskîfa dîrokî gelek cihên arkeolojik, gelek cûreyên nebat û sewal û rawilan û axa bi xêr û ber a Geliyê Dîcleyê daqûrtandiye. Bendav bûye sedema ku xelkê herêmê ji cih û warê xwe bibe û koçber bike. Heskîf bi çend avakirina kevirên nû re nabe Heskîfa berê, ev jî xwe xapandin e.   DÎROK Û XWEZAYÊ DIKIN QÛRBANÊ SERMAYÊ   Bi projeya van bendav, HES, JES û her wekî din tenê dixwazin ku derdorên sermayê jê sûdê werbigirin. Dîrok, xweza û erdnîgarî dibe qûrbanê sermayê. Tu hewcehî jî bi hilberandina ceryanê ya Bendava Ilisûyê nîne. Dîroka bi hezarên salan û derdor li ber çavan nehatiye girtin û vekirina Bendava Ilisûyê bi tu awayî nayê ravekirin. Dîroka hevpar a mirovahiyê Heskîf kirine qûrbanê polîtîkayên kapîtalîzma kûrewî û enerjiya neolîberal. Îqtîdara siyasî dîrok û şaristaniya bi hezarên salan a vê axê tune dike. Deqek reş a din jî li vî 18 salî hatiye zêdekirin. Her wiha vekirin jî di şewba koronayê de pêk tînin. Nerazîbûnên demokratîk ên li dijî vê jî tên astengkirin.   PROJEYAN RAWESTÎNIN   Projeyha Santrala Enerjiyê ya Bayê (RES) ku tê xwestin li cihê dîrokî yê Mêrdînê were çêkirin û her wiha projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan a Wanê tê xwestin were çêkirin jî nêzîkatiya îqtîdarê ya li hember dîrok Û xwezayê carek din radixe ber çavan. Gavek beriya gavekê ji xeletiyên li Heskîfê tên kirin vegerin. Demildest projeyên talankirina xweza û dîrokê yên li Geliyê Zîlan û Mêrdînê tên xwest werin çêkirin rawestînin.”