Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin 2020-05-20 14:16:42   ÎDIR - Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a ku ji peyvirê girtin û qeyûm tayinî şûna wê kirin, piştî îfadeya wê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyê kirin.    Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a piştî ji peyvirê girtin û binçavkirin û piştre qeyûm tayînî şûna wê kirin, sewqî edliyê kirin. Çelîk piştî 5 rojan li Midûriyeta Polîsan a Îdirê di bin çavan de hat girtin, sewqî dozgeriyê kirin. Tê payîn ku Çelîk îfadeyê bide dozgeriyê.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê  Kurdî de Hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş û hevşaredarên Sêrt, Hawêl, Misirc û Vartînîsê binçav kiribûn û qeyûm tayînî şûna wan kiribû.    Hevşaredar Yaşar Akkuş jî di 18'ê Gulanê de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin.