Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin 2020-05-20 12:29:33 RIHA - 14'emîn danişina doza der barê qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsê di êrîşa DAIŞ'ê ya xwekuj de pêk hat li Rihayê berdewam kir. 14’emîn danişîna dozê ya bê parêzer pêk hat, dîsa taloq kirin.    14'emîn danişîna doza 33 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên di 20'ê Tîrmeha 2015’an de li pêş Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya zindî de hatin qetilkirin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Dadgehê di çarçoveya bergiriyên li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) hatine girtin de biryar da ku parêzer beşdarî danişînê nebin û daxwaza parêzera malbatên gazindkeran Serdil Îzol a beşdarî danişînê bibin red kir. Prz. Îzol, li ser vê yekê, diyar kir ku tu biryareke Wezareta Dadê ya ku parêzerên malbatan beşdarî danişînê nebin tuneye û daxwaz kir ku negirtina wan a danişînê di girtekan de bê nivîsandin. Dadgehê li ser vê yekê destûr da ku Îzol beşdarî danişînê bibe.   Bersûcê girtî Yakûp Şahîn, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Şahîn mafê xwe yê bêdeng mayînê bi kar anî.   DAXWAZ RED KIRIN    Prz. Îzol, parastin kir û wiha got: “Berî vê danişînê me gilî kiribû. Em dixwazin ku dosyeya melayê mizgeftê Abdullah Omer Aslan ê di dema bûyerê de bi ala DAIŞ’ê ve hatibû girtin bi vê dosyayê re bibe yek.”   Dadgehê ev daxwaza prz. Îzol red kir û danişîn taloqî 18’ê Tebaxê kir.