Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî 2020-05-20 12:03:50   STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî 261 cenazeyên li Goristana Kilyosê li ser hev hatine defin kirin pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivine.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku di vê pêvajoya êrîşên li dijî cenaze û goristanan zêde dibe de, nûçeyên ku 261 cenazeyên li Goristana Kilyosê li ser hev hatine defin kirin di çapemeniyê re derbas bûye û wiha got: "Li Goristana Xerzanê ya Oleka Jorîn di 19'ê Kanûna 2017'an de, dema kolan qedexe bûn, 282 cenaze hatin derxistin û veşartin. Piştrî agahî di çapemeniyê de belav bû, di 2'ê Çileya 2018'an de Walîtiya Bedlisê daxuyanî da û diyar kir ku cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li gorî agahiyên çapemeniyê cenaze heta demekê li Saziya Tipa Edlî hatine rawestandin û piştre li Goristana Kilyosê li ser peyarê hatine definkirin. Li peyarêyê ji bo 18 goran qat hatiye kolandin. Li vê qadê ji 1’ê heta 18'an hatiye nûmarekirin û 261 cenaze li ser hev hatine definkirin. Li nêzî peyarêya ku ji bo cenzayan hatiye kolandin berê xebatên kanalizasyonê hatibûn kirin. Devê boriyan hatiye vekirin û derdor di nava pîsîyê de maye.  Tevî ku 2.5 sal derbas bû hêj piraniya malbatan cenazeyên zarokên xwe negirtine. Heta niha tenê 21 cenaze teslîmî malbatan kirine û hêj 261 cenaze teslîmî malbatan nehatiye kirin.    Êrişên li dijî gor, goristan û cenazeyan di hiqûq û destûrên bingehîn ên navneteweyî û neteweyî de sûc e. Êrîşên li dijî nirxên civakî di nava civakê de cudakarî û rageşiyê zêde dike.    Li gorî vê yekê:    * Di 19'ê Kanûna 2017'an de 282 cenaze bi kijan sedemê ji Goristana Xerzanê derxistin. Bi kijan hincetê birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê? Çima piştî cenaze derxistin 13 roj şûnde di 2'ê Çileya 2018'an de malbat û raya giştî agahdar kirin?    * Berpirsiyarê derxistina Cenazeyan a ji Goristana Xerzanê û li ser hev definkirina cenazeyan a li Peyarêya Goristana Kilyosê kî ye? Kî ne?    * Li gorî xala 1537an a TCK'ê zerardayîna cenaze, gor û goristanan sûc e. Li gorî vê xalê yên zerar dane gor û goristanan der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin?    * Ji 282 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê derxistin û birin saziya Tipa Edlî ya Stenbolê çend heb ji wan teslîmî malbatan kirin? Çend heb li Goristana Kilyosê defin kirin? Çima cenazeyan teslîmî malbatan nakin?    * Bi salan e li dijî goristanan êrîş pêk tên. Bi taybetî di mehen dawî de êrîş zêd bûne. Ev di agahiya we de pêk tê ?    * Heta ku cenazeyan teslîmî malbatan bikin dê di şertên guncav de bên parastin? Ev xebat dê kengî dest pê bike?    * Mafê her kesî heye ku li gorî çand, dab û nirxên xwe yên civakî cenazeyên xwe defin bikin. Dixwazin bibin xwedî sembol. Li dijî van êrîşên li dijî goristanan ên dervê mirovahiyê tedbîrên we çine?