Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e 2020-05-20 09:35:02 ENQERE – Siyasetmedarê kurd Mehmet Can Demîr ku 28 meh in bi îfadeyê şahidekî nepen girtî ye û nexweşiyên wî yên mîna şekir û alzheîmerê hene, rewşa wî ya tenduristiyê giran bû. Siyasetmedarê kurd Mehmet Can Demîr, dema ku Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bedlîsê dikir, hatibû girtin û niha ji ber nexweşiyên mîna dil, tansiyon, şekir, alzheîmer, kulûmek û mîdeyê rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye. Demîr, li Bedlîsê di HEP, DEP, DEHAP, HADEP, DTP û BDP’ê de rêveberî kiriye û di meha sibatê ya sala 2018’an de li ser îfadeyên 3 jê nepen bi giştî 9 şahidan hatin girtin. Demîr, 28 meh in li Girtîgeha Tîpa E Bedlîsê girtî ye û li gel rewşa xwe ya giran jî nayê berdan. Kurê Demîr Arif Demîr jî li mala wan Bedlisê bi bavê xwe re hatibû binçavkirin û girtin. Arîf Demîr, piştî ku 17 mehan girtî ma, 3 sal û 2 meh ceza lê hat birîn û hat berdan. Demîr, pirsgirêkên tenduristiyê û pêvajoya darizandina bavê xwe vegot.   HEWL TÊ DAYÎN DELÎL BÊN HILBERANDIN   Demîr, diyar kir ku ew jî û bavê wî bêyî delîl bê nîşandan, bi biryareke siyasî hatine girtin û wiha got: “Dema lêpirsînê polisan j imin gotin, ‘Ka em binêrin wê vê carê bavê te ji destê me rizgar bibe? Me heta salên 1994’an lêkolîna arşîvan kiriye. Bavê te li pêşiya Mizgefta Mezin danezanên rêxistinê xwendiye. Çi dibe bila bibe êdî xelasiya we ji vir tuneye’. Bavê min siyasetmedar e. Di sala 1994’an de danezaneke partiya xwe xwendiye û dixwazin bi vê danezanê delîl hilberînin.”   Di berdewamê de Demîr, destnîşan kir ku 3 jê nepen bi giştî 9 kesan li ser bavê wî îfade dane û derbarê van îfadeyan de tu agahî negirtine û ev tişt anî ziman: “Ji şahidan 5 jê yên aşkera tevlî dadgehê bûn. Ji van 4’an jê got ku angaşt ne rast in. Tenê kesekî ku diyar e gef lê hatiye xwarin derbarê bavê min de îfade da. Îfadeyên wî û angaşt jî hev dû nagirin. Derbarê angaştên ku dikin tu delîl pêşkêşî me nekirin. Li gel ku di van şertan de rewşe ku bavê min girtî bimîne tuneye jî bi îfadeyên şahidên nepen girtî ye.”   QRÎZA DIL DERBAS KIR   Demîr, da zanîn ku di demên dawîn de ji bo “hilberandina sûcan” dosyayên derbarê bavê wî de hatine vekirin ûev tişt got: “Li ser girtiyên siyasî tundiyeke micid heye. Pirsgirêkên micid ên tenduristiyê yên bavê min hene. Ji berk u qrîza dil derbas kir anjiyo bûye. Xwîn çûye ser mîde wî. Niha jî bi nexweşiya alzheîmerê ketiye. Rojê 6 cûre derman bi kar tîne. Ji ber vîrûsa koronayê, li girtîgehan di mijara xwarinan de pirsgirêk hene.”   BIRIN MECLISÊ   Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Gergerlîoglû, mijarê bir rojeva Meclisê û têkildarî mijarê ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsan kir.   MA / Dîren Yûrtsever