Girtî test nekirin û xistin qarantînayê 2020-05-20 09:26:40 KAYSERÎ - Şaxa OHD'ê ya Enqereyê, piştî hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê re raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 3 jin ji ber şewbê hatine karantînakirin lê belê nehatine testkirin.    Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê û Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Habîp eksîk, serdana girtiyên li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê û Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê kirin. Heyetê piştî hevdîtinê raporek amade kir.    Di raporê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê cih girtine. Di raporê de ev binpêkirinên mafan hatine nivîsandin:    "* Amûrên paqijiyê baş nadin wan; sabûn, ava kincan didin lê belê ji bo qawîşeke 11 kesî têr nake. Hat diyarkirin ku di xwarinê de mû hene, xwarinê kkêm didin, berê serê mirovekî 2 nan dihatin dayîn lê niha nanek tê dayîn.    * Hat diyarkirin ku fiyetê tiştên li qantînê pir biha ne, tiştên dixwazin li qntîna girtîgehê hema bêje tunene, mafê wan ê ji bo qantîna derve tuneye, kargoyên tên dereng tên dayîn, gardiyan bêmaske diçin qawîşan û maskeyan nadin wan.    * Di dema coronayê de li qawîşekê kesên lê dimîninhemû bi kuxikê ketine, qirika wan êşiyaye û qirika wan ziwa bûye û ji ber vê bijîşkek pispor hatiye û e kontrol kirine. Piştî kontrolê hatiye gotin w qawîşê gişî sewqî nexweşxaneyê bikin, lê belê tenê 3 kes sewqî nexweşxaneya kampusê kirine.    * Hat gotin ji sê kesên hatine sewqkirin dudo jê li Polîklînîka Çavan û yek jê jî li beşa giştî hatiye muayenekirin. Girtiyekî nexweşîna çolyakê pê re heye ji nişkave çavê wî nedîtine. Bijîşkan gotiye, tu prisgirêk di çavên wî de tuneye û divê sewqî beşa Norolojiyê bê kirin, lê belê hê jî nehatiye sewqkirin.    * Bijîşkê girtîgehê yê ji bo muayeneya giştî hatiye, xwestiye bi awayekî kelemçekirî girtî muayene bike, lê belê ji ber ku girtî îtiraz kiriye bijîşk gotiye 'bicehime.' Girtî jî îtiraz kiriye gotiye 'ev pêkanîneke faşîzan e' û ji ber vê gotina wî cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.    * Her sê kes piştî muayeneyê hatine karantînakirin lê belê nehatien testkirin. Hê jî heman girtî dikuxe, qirika wî ziwa dibe lê belê testa wî nayê kirin.    * Hatiye gotin xwarina diyetê didin girtiyê nexweşîna çolyakê pê re heye, lê belê xwarina bigluten didinê û ji ber vê nexweşîna wîî zêde dibe û hê jî nanê li gor wî nadinê.    * Jiyan Ay, ji ber ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn bi tena serê xwe dimîne. Ji ber vê xwestiye bê sewqkirin.    Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hevdîtin bi 3 girtiyan hatiye kirin. Di raporê de ev tişt hatine gotin:    * Hat gotin dezenfektanê nadin wan, li qantînê şûşeyeke biçûka  dezenfektanê bi 20 TL'yan tê firotin, îdareya girtîgehê tenê ava kincan dide wan, ava kincan a tê dayîn jî têra qawîşên mezin nake û ji ber vê nikarin qawîşên xwe baş paqij bikin.    * Hat diyarkirin ku ji bo jimariyê 10 gardiyan tên qawîşê, gava tên jî ne maske ne jî lepik bi wan re heye.    * Hat ragihandin ku hê hefteya borî dest bi belavkirina maskeyan hatiye kirin, lê belê heftê tenê 2 maskeyan didin wan û gava maskeyên nû didin divê yên kevin bên teslîmkirin."