AVM'yan pêla şewbê zêde kir 2020-05-20 09:22:57 ENQERE - Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Covid-19 yê TTB’ê Kayihan Pala bal kişand ser talûkeya AVM'yan û got “Bi vekirina navendên danûstendinê re, hêjmara kesên bi şewbê ketine pêl pêlî bû. Rêya parastina li dijî şewbê hem pêşgirtinên şexsî û hem jî tevdîr û piştevaniya civakî ye."    Piştî rayedarên hikûmetê û Erdogan diyar kir ku dê piştî cejnê jiyan ber bi asayîbûnê ve biçin û "tabloya serkeftinê' nîşan dan, welatî derketin kolanan û qelebalixiya kolanan bal kişand ser xwe. Endamê Lijneya Çavdêriyê ya Covid-19 yê Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) pisporê Tendurîstiya Gel bijişk Kayihan Pala, pirsgirêkên ku dê ji hêla pêvajoya “Asayîbûnê" ve biqewimin nirxand û ji bo tendurîstiya gel çi hewceye di bin sernavên 6 pirsan de vegot.    Hewce bû kengî pêvajoya 'asayîbûnê' bihata destpêkirin?    VEKIRINA AVM'YAN MIJARA REXNEYÊ YE   11ê Gulanê ji bo pêvajoya normalizekirinê dîrokek zû bû. Wekî din biryara yekem a ku navendên danûstendinê da vekirin jî hewceye were rexnekirin. Ji ber ku di despêkê de vekirina kargeriyên piçuk ên girtî mequl bû. Fikra me ew e ku hewcebû vekirina kargeriyên biçûk yên komî di hefteya yekemîn a meha Pûşberê de bûya. Dîsa ezmuna ku dê gelek şagirt beştar bibin jî li şûna Pûşberê di meha Tirmehê de bûya baştir bû."    Gelo Navendên dan û stendinê (AVM) ji bo şewbê çiqas talûke nin?    VEKIRINA AVM'YAN PÊLÊ ŞEWBÊ GUHERT    Navendên dan û standinê hem ji ber paqişkirina hewaya hundur. hem jî ji ber cihên ku mirov têkîldar bibe talûke ye. Piştî navendên dan û standinê hatin vekerin nexweşî belav bû. Hejmara yên bi şewbê ketine di 30’yê Avrêlê de 2 hezar û 615 bû, di 1’ê Gulanê de ev hêjmar daket 2 hezar û 188 kesan. Di 4’ê Gulanê de ket hezar û 614. Lê dû re dîsa zêde bû. Di 6'ê Gulanê de gihîşt 2 hezar û 253 kesan. Di 11'ê Gulanê de bu hezar û 114 lê pişte wê gihîşt hezar û 704 û rojên piştre jî ev hêjmar li gora 600 û 700 guherî.  Ji ber vê yekê em dikarin bejin bi vekirina navendên danûstendinê re di hêjmara ên ku bi şewbê ketine de guhertinek çêbu. Pêlên wê kêm bûn û zêde bûn. Di nexweşxaneyan de di beşa kontrola zêde (lênêrîna zirav) nêzê hezaran mirov ji bo bijîn tekoşîn didin û em her roj qasî 50 nexweşê winda dikin. Biryara qedexeya derketina derve ya rojên Cejna Remezanê erênî ye."    Nexweşiya şewba Covît 19 çiqas hatiye kontrolkirin?    AGAHIYA ME TUNE YE    Em hîn hêjmara yên ku bi vê nexweşeyê ketine ji xeynê yên ku hatine testkirin encam bûne, nizanin. Der barê belavkirina bûyer û mirina ji hêla herêman, parêzgeh û navçeyan, komên temen, zayendî, komên xeternak, civakî û peydakirina nexweşiyê de agahiyê me tune. Wezîrê Tenduristiyê Stenbolê şiband Wuhanê, lê li gel taxan, gundan karantîna hate îlankirin. Ji bo ku em bêjin ev nexweşî hatiye qontrolkirin hewceye em daneyên epîdemolojîyê bibînin. Wezîrê Tenduristiyê got 'Ji bo Tirkîyê hêjmara R0 1.56’ye' “Jimara bingehîn a hilberînê (R0) ku bibe 1.56, hîn nîşan nade ku nexweşî di bin qontrolê de ye.”    R0 çiye?    Di nifûsa ku li hemberî şewbê hişyar e, dema kesekî bi şewbê ketibe şewbê digîne kesên duyemîn, hêjmara kesên duyemîn dibe 'Zêdebûna bingehîn'. R0 Nîşaneya Epîdemîyolojîk a zêdebûna şewbê û tedbîrên li dijî wê tê girtin e. Ger ku R0 ji 1'ê mezintir be, tê wateya ku kesê bi enfektê (Vîrûsê) ketiye li kesekî zêdetir belav dike. Ev jî nîşan dide ku zincîra şebnê nehatiye şikandin û şewb hêj belav dibe. Her ku R0  nêzî sifirê dibe hêjmara nexweşan jî kêm dibe. Wezîrê Tenduristiyê divê îstatîstikên şaş nede û gel rast agahdar bike.    Çima hêjmara rast nabêjin?    NE AŞKEREKIRINA ENCAMÊN EPÎDEMOLOJIYÊ NIRXANDINÊ DIJWAR DIKE    Tenê hêjmara kesên ku testên wan ên PCR hatiye kirin û posîtîf derketiye aşkere kirine. Ji xeynî wê yên din aşkere nekirine. Ji ber ku yên ku bi klînîkî û bi epîdemolojîyê ve hatine tespîtkirin, yên şikdar û pêkan nayên zanîn em barê nexweşiyê ya rastî jî nizanin. Em nikarin bandora tedbîrên ku hatine girtin jî bi awayek ber fireh binirxînin.  Lê rastî ew e ku Wezareta Tenduristî bi neaşkerekirina daneyên epîdemolojî yên têkildarî pandemiyê û lêkolînên der barê Covid-19 de girtiye têkildarî destûrê ve nirxandina me ya li ser nexweşiyê dijwar dike.”   Diviya bû jibo pandemiyê tedbîrên çawa hatibûna girtin?    Divê xwe parastina li dijî şewbê bi şertê ku hem pêşgirtinên şexsî û hem jî yên civakî bi hev re were girtin. Divê teqez dest bên şuştin. Herî kêm du metre navbera fîzîkî divê hebe. Teqez divê her mirov rûpoşan têxe rûyê xwe. Ji bo vê jî divê rewşên guncan jî werin avakirin. Nexweşî herî zêde bandorê li ser kesên xizan, koçber û bê parastin dike."    MA / Zemo Aggoz