'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere' 2020-05-20 09:21:53 AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran bal kişand ser îhlalên girtîgehan û diyar kir ku hikumeta AKP’ê û MHP’ê bi hişmendiya dijmin li girtiyan dinere û got: “Hikumet bi hişmendiya tolhildanê nêzî nêzîkî girtiyan dibe."  Hevseroka  Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Elîf Haran îhlalên mafan ên li girtîgehan pêş dikeve nirxand. Haran, diyar kir ku di pevajoya coronayê ye li girtîgehan tu tedbîr nehatin girtin û wiha got: “Piştî zextên MED TUHAD-FED, saziyên din û malbatên girtiyan Wezareta Dadê mehekê şunde mecbûr ma ku daxuyaniyê bide. Wezaretê tenê tedbîrek girt. Ew jî hevdîtina malbat û parêzeran astengkir û bi vê yekê tecrîd giran kir. Mixabin zêdeyî kapasiteya girtîgehan girtîgeh tijî ne. Rayedar ji bo derve dibêjin 'Divê mesafeya civakî hebe' lê li girtîgehan girtî di nava hev de ne."    ‘GIRTÎ NAYÊN TEDAWÎ KIRIN’   Haran, bibîrxist ku îhlalên mafan li girtîgehan zêdetirbûne û wiha axivî: “Piştî vîrusa coronayê jî îhlalên mafan gelek zêdebûn û hîn jî didomin. Girtî bi derfetên xwe tedbîrên xwe digirin. Gardiyan bi derve re têkiliyê de ne. Wezareta Dadê daxuyanî da ku di girtîgehan de jî vîrus belavbûye. Girtiyên ku bi vîrusê ketî jî nayên tedavî kirin û hin ji wan di hucreya de tên girtin. Heta vêgavê tu daxuyaniyên ku ‘ev girtiyê nexweş baş bû, an jî di nexweşxaneyê de tedavî dibînin’ me ji Wezareta Dadê ne bihîst. Girtiya na derxînin revîrê, testa şewba vîrusa coronayê nayê girtin, daxwaznameyên ku tên dayîn li berçav nayên girtin û bersiv nayên dayîn.”   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN’   Haran, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Girtiyên ku demekî dirêje di girtîgehê de hemû di statuya girtiyên nexweş de ne. Di girtîgehan de nêzî 400 girtiyên nexweş hene. Beriya nexweşiya şewbê jî tedawiya wan nedihat kirin di vê pêvajoyê de jî bi tu awayî tedawiya wan nayê kirin û sewqî nexweşxaneyan nakin. Gelek girtiyên nexweş ên giran hene. Mînak Fatma Ozbay nexweşa penceşêrê ye û gelek nexweşiyên wê yên din jî hene. Divê tedawiya kemoterapiye bibîne lê nabîne. Rapora wê ya ku ‘bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne’ heye lê dîsa jî nayê berdan. Girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê nikarin sûdê bigirin.” Haran, anî ziman ku li hemû girtîgehan pirsgirêka malzemeyê paqijiyê jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di girtîgehan de pirsgirêka ava gerim ji xwe hebû di vê pêvajoyê de pirsgirêka avê mezintir bûye.”   ‘HIKUMETÊ GUHÊ XWE JI DAXWAZÊN MALBATAN RE GIRTINE’   Haran, dest nîşan kir ku ji ber îhlalên mafan yên girtîgehan malbat gelek zêde serî li saziya wan didin û wiha lê zêde kir: “Hikumeta AKP’ê û MHP’ê guhê xwe ji daxwazên malbatan re jî girtin. Di vê pêvajoya şewbê de jî nêzîkatiya xwe ya li hemberî girtiyên siyasî ya dijminane dubare kirin. Parêzerên me alîkariya hiquqî li girtiyan dikin. Dîsa li gor serlêdanên malbatan alîkarî tê kirin. Me jî wek Federasyon ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Wezareta Dadê û partiyên ku di meclîsê de cih digirin daxwazname şandin. Wekî din îhlalên mafan her hefteyê em dikin rojev û bi daxuyaniyên nivîskî ji raya giştî re parve dikin.”   ‘TECRÎDA Lİ ÎMRALIYÊ BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK LI HEMÛ GIRTIGEHAN TÊ MEŞANDIN’   Haran, bilêvkir ku di kawişên ku 7 girtî têde bimînin de 42 girtî tê de dimînin û wiha pê de çû: “Girtiyên ku bi nexweşiya şewbê ketî hemû li cem hev digirin. Girtî dibên ‘wek webayiyan li me dinêrin û dermanan deynin li ber derî û diçin’ wekî  din tedawiyek tune ye. Weke ku ji girtiyan tolê hilînin nêzîk dibin. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin bi awayekî sîstematîk li hemû girtîgehan tê meşandin.”   ‘RÊGEZA WEKHEVIYÊ TUNE HESIBANDIN’   Haran, şirove kir ku nêzîkatiya hikumeta AKP’ê û MHP’ê ya li dijî girtiyên muxalîf dijminane ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku dengê girtiyan neyê bihîstin tişta ji destê wan tê dikin. Di vê pêvajoya şewbê de jî nêzîkatiya xwe ya dijminane eşkere kirin. Rêxistina Navnetewî ya Efûyê jî di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku cihê ji bo şewba vîrusa coronayê herî bi rîsk girtîgehin. Gelek welatan girtî serbest berdan lê hikumeta AKP’ê û MHP’ê qanûnên xwe binpê kirin û rêgeza wekheviyê tune hesibandin. Dema mesele dibin kurd û girtiyên siyasî nêzîkatiya wan dibe ev mixabin.”   MA / Fahrettin Kiliç - Ayşe Surme