6 girtî bi xwarinê jehrî bûn 2020-05-19 16:58:20 AMED - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 6 girtî bi xwarinê jehrî bûne.    Dayika Girtî Leyla Ûyanik a 5 sal in di girtîgehê de û niha li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê dimîne, Şehrîban Ûyanik diyar kir ku îro keça xwe re bi telefonê axivî ye û wiha got: “Niha bi temamê girtîgehan eleqedar nabin. Girtî bi xwe xwe di parêzin û tedbîrên xwe digirin. Ji bo ku moralê me xerab nebe dibêjin em baş in le em dizanin ku rewşa wan nebaşe. Ji min re got ‘duh xwarina danê nîvro me negirt lê hevalên kawişa li rex me girtin.’ Hevalên wan yên ku xwarin xwarî 6 heb pê xwarinê ketine. Meqerne û tirşik çêkirine. Got ‘garis jî di nava meqerne de bûye’ 6 heb girtî piştî xwarinê pir xerab pê ketine. Hevalek bê navber 2 saeta vereşiya ye.’ Yek tenê birine nexweşxaneyê, yên din derzî lêxistine û şandine kawişên wan. Li gor keça min rewşa wan pirsî niha baş e.”   MALBAT BI FIKAR IN   Ûyanik, anî ziman ku ji ber rewşa girtiyan bi fikarin û wiha axivî: “Ji xwe nexweşiya vîrusa coronayê heye, li ser vê nexweşiyê radibin tişta dikin di nava xwarina zarokên me de. Em di nava tirs û fikarê de ne. Hevala ku 2 saetan vereşiyayî jî pir dereng birine nexweşxaneyê . Dizanin ku 6 heb hevalên wan bi xwarinê jehrê ketine. Wekî din ji hevalên xwe teva agahî negirtine. Ji ber ku girtîgeh kampus e nizanin girtiyên din jî jehrê ketine an ne. Banga me li wan kesên ku dibêjin em berpirsyar in heye ku wekheviyê pêk bînin. Zarokên me bê sûc in. Ji ber ku zarokên me kurd in girtî ne. Em dixwazin zarokên me berdin.”