Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin! 2020-05-19 16:09:39     DÎLOK – Polisên ku li Dîlokê 2 caran bi ser malekê de girtin, ji ber ku kesên lê digeriyan nedîtin bi ser malên cîran de jî girtin.   Sadik Kaygûsûs ku li navçeya Şahînbey a Dîlokê niştecih e, diyar kir ku polisan, ji bo birayê wî Mûhammed Kaygûsûz ku derbarê wî biryara lêgerînê heye, di 16’ê gulanê de 2 caran ser mala wan de girtine. Kaygûsûz, destnîşan kir ku dema serdegirtinê de polisan birayê wî Bahattîn Kaygûsûz derxistine kuçeyê û ew li erde dirêj kirine. Kaygûsûz, da zanîn ku ji ber vê yekê birîndarî di ser û çavên birayê wî de çêbûne.   MALBAT BI FIKAR E   Kaygûsûz, bi lêv kir ku timik mala wan tê şopandin û hem jî bo birayê xwe yê ku agahî jê nagirin hem jî ji bo malbata wî bi fikar in û ev tişt anî ziman: “Li gel ku min gelek caran gotiye ku birayê min ne li male jî 2 caran li mala me lêgerîn pêk anîne. Dîsa bi hinceta ku birayên min xwe li malên wan veşartine bi ser malên 2 cîranên me de jî girtin. Kesên ku xwe weke polisên sivîl dane nasîn, çûna marketa ku birayê min Ahmet Kaygûsûz lê dixebite û wî jî aciz kirine. Piştî lêgerînê polisek sivîl timik mala me dişopîne. Li ser navê malbat û birayê min Muhammed fikarên me hene. Em niha nizanin ku birayê min li kur e.”