Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê 2020-05-19 12:18:44 COLEMÊRG - Şaredariya Şemzînanê ya dibin rêveberiya AKP'ê de, kampanyeya alîkariyê ya Serokê Odeya Esnaf û Sinetkariyê li dijî şewba vîrûsê dabû dest pêkirin, asteng dike. Şaredariyê pankarta kampanyayê jêkir û dest danî ser standê.     Şaredariya Şemzînanê ya dibin rêveberiya AKP'ê de, kampanyeya alîkariyê ya Serokê Odeya Esnaf û Sinetkariyê ya Bajêr li dijî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) da bû dest pê kirin, asteng dike. Şaredariyê pankarta kampanyayê jêkir û dest danî ser standa ji bo kampanyayê hatibû vekirin. Zabitayên şaredariyê di rojên derbasbûyî de destûr ne dabûn ku stang li bazara hilberînên xwezayî bê danî û odeyê ji ber vê stand li cihek din vekiribû. Zabiteyan cara duyemîn mudaxileyî standê kir. Li ser vê yekê gel bertek nîşan da.     Şaredariya Şemzînanê ji ber bertekên gel daxuyanî da û got: "Zabiteyan di çarçoveya qanûn de stand rakirine."