KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin 2020-05-19 11:10:20 AMED - KCD'ê bertek nîşanî projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlanê bê çêkirin da û got: “Em bang li raya giştî, gelê Kurd, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, Jin û Tevgerên Ekolojiyê dikin da ku li hemberî qirkirina xweza û bîrê ya li dijî civaka Kurdistanê û ekosîstema wê pêk tê helwestê bigirin.”   KCD’ê, ji ber çêkirina projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan a li Navçeya Erdîşa Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi destpêkirina şewba vîrusa coronayê, talankirina xweza û civakê ya ji hêla desthilatdarî û sermayedaran bi awayekî hevdem hatî destpêkirin bê navber didome û wiha got: “Ji Artvînê heta Kazdaglari û Munzurê, ji Madrayê heta Saldayê û herî dawî jî îro tê xwestin ku li ser Geliyê Zîlanê projeya HES’ê bê çêkirin. Beriya niha di sala 2014'an de di çerçoveya destpêkirina projeya HESê ya Zîlanê de ji bo valakirina gundan gelek zevî û gund hatin îstîmlaqkirin. Lê bi berxwedana gundiyan û piştgirîdayîna saziyên sivîl piştî serlêdana darazê, 6'mîn Daîreya Ceza ya Daniştayê di sala 2015'an de biryara rawestandinê dabû. Îro me bîhist ku sermayedar bi hevkariya desthilatdariyê vê bapêşê ji xwe re wekî firsendê dîtine û careke din li ser çemê Zîlanê dest bi xebatên xwe kirine. Beriya çend rojan ciwanên Wanî ji bo protestokirinê xwestin biçin cihê ku xebat lê tê kirin lê ew negirtibûn qadê.”   ‘JI BO GELÊ KURD NAVÊNDA BÎRÊ YE’   KCD’ê da zanîn ku Geliyê Zîlanê qadeke bi avî ye, li gel qada daristanê û bi hezaran cûreyên zindiyan xwedî ekosîstemek mezin e û wiha lê zêde kir: “Geliyê Zîlanê qad û mêrg e û ji bo debara hemwelatiyên herêmê di warê çandinî û ajalvaniyê çavkaniyek dewlemend e. Bi çêkirina projeya HESê ya li ser Geliyê Zîlanê dê ekosîstema herêmê bê talankirin. Her wiha Geliyê Zîlanê ji bo gelê Kurd xwedî cihek taybet û beramberîbûna wê ya dîrokî heye. Geliyê Zîlanê di sala 1930'an de wekî 'Qetlîama Geliyê Zîlan' derbasî rûpelên dîrokê bû ye. Ji ber vê yekî ji bo gelê Kurd xwedî bîrek watedar e. Di qetlîma Geliyê Zîlan de 15 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ev qada ku ji bo gelê Kurd bûyê navenda bîrê, îro bi projeya HES’ê tê xwestin ku bê binaxkirin.”   ‘DIXWAZIN ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ BÊ MIROV BIHÊLIN’   KCD’ê bal kişand ser projeyên HES’ê yên bajarên cuda û berdewam kir: “Di pêvajoya dawî de, bi hewla ku tê xwestin li Çavên Halvorî ya Dersimê otelek taybet bê çêkirin, Heskîfa ku di bin avê de hatî hiştin û plankirina çêkirina HES’ê ya li ser çemê Munzurê aşkere xwiya dike ku li hemberî erdnîgariya Kurdistanê operasyonek bîrê tê kirin. Tê xwestin ku qetlîama ekolojiyê jî li qetlîamên beriya niha li hemberî civakê hatin kirin bê zêde kirin û bi vî awayî tê xwestin ku erdnîgariya Kurdistanê bê mirov û xweza bê hiştin.”   BANG    KCD’ê herî dawî bang li raya giştî, Gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, jin û Tevgerên Ekolojiyê kir û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Li hemberî qirkirina xweza û bîrê ya li dijî civaka Kurdistanê û ekosîstema wê pêk tê helwestê bigirin.”