Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî 2020-05-19 10:10:49 AMED – Hevberdevka Partiya Paşerojê ya Çepgir û Keskan Eylem Tûncaellî, bi gotina “Demokrasî ji herkesî re pêwîst e” bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê da û got ku desthilat demên xwe yên dawî dijî. Hevberdevka Partiya Paşerojê ya Çepgir û Keskan Eylem Tûncaellî, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê nirxand. Tûncaellî, diyar kir ku tayînkirina qeyûman li dijî demokrasiyê darbe ye û wiha got: “Demokrasî ji herkesî re pêwîst e. Desthilat ku gotina darbeyê ji devê xwe naxîne, di pratîkê de li dijî şaredariyên ku nikare bi hilbijartinê bigire, pêk tîne.”   HEVSEROKATÎ XETA MOR E   Tûncaellî, da zanîn ku partiyên siyasî ku li hemberî tayînkirina qeyûmên beriya niha bê deng mabûn û niha li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe derdixin lê ne di asta têrker de û ev tişt anî ziman: “Ev xespkirina vîn, maf û demokrasiyê ye. Hûn bînayek dagir nakin û temsiliyeta gelekî ji destê wî digirin. Qeyûm ne tenê li dijî şaredariyan li dijî destkeftiyên jinan jî êrîş pêk tînin. Hevserokatî xeta me ya mor e. Divê jin li dijî êrîşa AKP’ê ya li dijî hevserokatiyê dengê xwe bilind bikin. Pergala hevserokatiyê, nedayîna wekaletê ya jinê ye. Jin di pêvajoya Rewşa Awarte de jî xwe ji kuçeyan qut nekirin û destkeftiyên xwe parastin. Ne girîng e ku ev kîjan partî be, ev êrîşeke li dijî destkeftiyên jinan e.”   SAZIYÊN JINAN DI HEDEFA QEYÛMAN DE NE   Di berdewama nirxandinên xwe de Tûncaellî, destnîşan kir ku zilaman tayînî ser saziyên jinan kirine û wiha wiha pêde çû: “Girtina malên jinan ên li taxan û bê parastin hiştina jinan talûkeyeke mezin e. Li şaredariyan bingeha bidestixstina hêza aboriyê ya jinan hatibû avakirin. Qeyûm destpêkê ev dikin hedef û êrîşên saziyên jinan dikin. Rêveberiyên qeyûman di xizmetê de cihêkariyê dikin. Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûman a di pêvajoya pandemiyê de gelek ne baş bû.”   DESTHILAT SERBERJÊR DIÇE   Tûncaellî, bi lêv kir ku desthilat demên xwe yên dawî dijî û nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Desthilat, weke qamyoneke ku frêna wê teqiyabe, xiza herî dawî serberjêr diçe û nizane ku wê li kuderê bikeve. Di hilbijartinên dawîn de jî winda kir. Tola şaredariyên winda kiriye digire. Bi êrîşkirina ser HDP’ê û şaredariyên HDP’ê dixwaza tola xwe hilîne. Ez di wê baweriyê de me ku wê gelên Tirkiyeyê, di demeke nêz de ji bo vegera li demokrasiyê girîngî bidin sindoqê.”