Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be 2020-05-19 09:20:26   SÊRT - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Banka Bajaran beriya qeyûm tayîn bike, pere ji ser şaredariyan qut kiribûn û wiha got: "Teklîfa ku me pêşkêşî wan kiribûn em ê aşkere bikin. Çavê me dê li ser şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine be. Em li ser piştawan in."    Rêxistina Partiya Demokratik (HDP), di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de 65 şaredarî qezenç kir. Piştî HDP'ê şaredarî qezenç kirin, bi hinceta Hevşaredar bi KHK'ê hatiye îxrackirin, dest danîn ser 6 şaredariyan. Piştre di 19'ê tebaxê de qeyum tayînî Şaredariyên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Heri dawî di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de qeyûm tayînî Şaredariyên Îdir, Sêrt, Hawêl, Misirc û Vartinîsê kirin. Ji wê demê heta niha di nava salekê de qeyûm tayînî 45 şaredariyan kir. Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî tayînkirina qeyûman û nêzîkatiya Bankaya Bajaran axivî. Beştaş, diyar kir ku Banka Bajaran beriya qeyûm tayîn bike, pere ji ser şaredariyan qut kiribûn û wiha got: "Teklîfa ku me pêşkêşî wan kiribûn em ê aşkere bikin. Çavê me dê li ser şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine be. Em li ser piştawan in."     Beştaş, anî ziman ku li gel hemû zext, tundî û hilbijartina ne li gorî edalet û hiqûqê dîsa 65 şaredarî bi dest xistin û wiha got: "Li Sêrtê polîtîkayek pir taybet tê meşandin. Beriya hilbijartinê li taxên Sêrtê ku piraniya wan hilbijêrên HDP'ê bûn 4 hezar û 500 hilbijêr qeyda wan ji kutukê xera kirin. Dîsa li navçeya Dihê qeyda nêzî 6 hezar û 500 hilbijêrî birin navçeyê.  Ev yek di dîmen û belgeyan de jî derket holê. AKP'ê li Dihê bi taybetî mal bi mal geriyan û pere li welatiyan belav kirin. Li Dihe tenê wezîrê Karên Hundir beriya hilbiartinê 3 caran çû navçe ziyaret kir. Şaredariyên ku wekî me winda kiriye, bi zor, hîle û tindiya AKP'ê hatin windakirin. Li hemû bajarên Kurdistanê şaredariyên ku AKP'ê bi zore qezenç kirine, di rastiya xwe de HDP'ê qezenç kirine."   BANKAYÊN BAJARAN BERE JI SER ŞAREDARIYAN QUT KIRIN   Beştaş, anî ziman ku şaredadariyên ku wan ji qeyûman dewir grit, bi deynekî pir mezin dewir girtin û wiha lê zêdekir: "Piştî me şaredari qezenç kirin dîsa di belgeyan de derket holê ku amadekariyên tayînkirina qeyûman dikin. Bankayên bajaran pere ji ser şaredariyên HDP'ê qut kirin. Em ê di rojê pêş de aşkere bikin. Serokomar bi xwe bang li Bankaya Bajaran kir. Xwist pere nede hin şaredariyan. Ji bo şaredar bi xwe vê meseleyê aşkere bikin me aşkere nekir. Li dijî vê yekê 2 şaredarên me li ber xwe nedan. Hevşaredarên Hezo û Kaniya Henê bû. Ji ber vê yekê îstîfa kirin."     PIŞTÎ QEYÛM TAYÎN KIRIN SIRÛDA ÎSTÎKLALÊ XWENDIN   Beştaş, anî ziman ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê kirin, ala Tirkiye bi şaredariyê vekirin û srûda Îstîklalê xwendin û wiha bi dawî kir: "Bi vê pradîkê diyar dikin ku ew darbekar in. Dixwazin em bejna xwe li ber wan bitewînin. Yên ku bi hilbijartinê qezenç nakin bi zorê û hîleyan dest datinin ser.  Em qeyûman nas nakin. Em ê li dijî qeyûman li ber xwe bidin. Em wan ji nêzîk ve dişopînin û çavê me li ser wan e. Dîroka ku dîsa winda bikin nêzîk e."    MA / Metin Yoksu