Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin 2020-05-19 09:05:07 STENBOL - Baran Sumbul ku ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane kampanyaya pirtûkan dabû destpêkirin, di çarçoveya kampanyayê de bi hezaran pirtûk berhev kirine û pê pirtûkxaneyek çêkiriye.    Rêvebirê HDP'a Esneyûrt a Stenbolê Baran Sumbul, ji bo bîranîna xebatkarê Kovara Ozgur Halkê yê berê û Edîtorê Kovara Demokratîk Modernîteyê Denîz Koken ku li Rojavayê jiyana xwe ji dest dabû û ji bo bîranîna "şehîdên çapemeniya azad" 2 sal berê biryar girtibû ku pirtûkxaneyekê çêbike. Ji bo vê jî bi dirûşmeya "Bi her reng û zimanî" kampanyayek dabû destpêkirin. Sumbul, bi pirtûkên berhev kirin li avahiya partiyê pirtûkxaneyek çêkir û navê "Pirtûkxaneya Denîz Koken û Şehîdên Çapemeniya Azad" lê kir.    Baran, anî ziman ku texmîn nedikirin wê pirtûkxaneyeke wihaa çêbibe, lê belê bi piştgiriyê bi sedan kovar û pirtûk gihaştine ber destê wan. Sumbul, diyar kir ku berî kampanyayê gelek kes ji bo pirtûkan dihatin cem wan û got, ji bo em bibin bersiv me xebateke wiha da destpêkirin û di çaçroveya kampanyayê de bi hezaran pirtûk gihan ber destê me.    Sumbul, da zanîn ku di pirtûkxaneya wan de ji her cureyê pirtûk hene û got, heya niha pirtûk gihandine nêzî 4 hezar kesî.    Sumbul, got: "Hem ên dengê xwe dan HDP'ê hem jî yên dengê xwe nedan HDP'ê pirtûk anîn. Kesek hat pirtûkeke bir, lê gava anî bi xwe re hin pirtûkên din jî anî."    Sumbul, diyar kir ku divê li her tax û kuçeyê pirtûkxane bên çêkirin.