ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-19 09:00:45 * Hat hînbûn ku cerdevanên ku darên li herêma Çiayyê Cûdiyê dibirin, li bajarine din difiroşin. Midûriyeta Daristanan a Bajêr jî piştrast kir ku dar ji bo qada qaleqolan berfirehtir bibe tên birîn.  * Baran Sumbul ku ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane kampanyaya pirtûkan dabû destpêkirin, di çarçoveya kampanyayê de bi hezaran pirtûk berhev kirine û pê pirtûkxaneyek çêkiriye.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji ber deynê xwe yê ku di ser milyarek TL re ye, li ser hev biryara "deynkirinê" girt. Hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm, ji bo deynan jî şertê "bexşa mecbûrî" daye ber muteahîdan û perê ji vir tê jî derbasî sîstemê nake.    * Ji ber îthalatê pîvaz li nav erdan mane. Cotkar Emîn Yeşîlbûdak, got: "Em di nav deynan de mane."    * AKP'ê careke din efûya der barê îstismarkirina zarokan de xistiye rojevê. Berdevkê Komeleya Têkoşîna Li Dijî Îstismarkirin û Îhmalkirina Zarokan Volkan Çolakoglû, anî ziman ku heger efû çêbibe wê encamên wê giran bin.    * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Salîm Kaplan got, wê qeyûm di pêşerojê de wekî trawmayekê di bîra civakê de bimînin.    * Dozger hewce bi lêpirsîna tîmên taybet û polîsên ku li hewşa qereqolê ya Xalfetiya Rihayê îşkence li 37 welatiyan kiribû nedît. Dozger der barê 37 kesên hatin binçavkirin û li erdê rastî îşkenceyê hatin de got 'Mesûc nedît' û biryara bêşopandinê da. Endamê Baroya Rihayê Mevlûd Guneş, diyar kir ku li vir hiqûq û mafên mirovan hatiye binpêkirin.    * Bavê Yasîn Solmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7’an a Sîlîvrî girtî, Ekrem Solmaz diyar kir ku di 7'ê Gulanê de testa vîrûsê ya kurê wî posîtîf derketiye û bi 39 girtiyên nexweş re di heman qawîşê de dimîne. Bav Solmaz, destnîşan kir ku ji bo balê bikişîne ser rewşa girtîgehê peyam ji 284 parlamenteran re şandiye, lê yekî/ê jî bersîv nedaye wî.    * Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku Banka Bajaran beriya qeyûm tayîn bike, pere ji ser şaredariyan qut kiribûn û wiha got: "Teklîfa ku me pêşkêşî wan kiribûn em ê aşkere bikin. Çavê me dê li ser şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine be. Em li ser piştawan in."    * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.    * HDP'î wê li gelek bajaran derbarê tayînkirina qeyûman ên şeredariyan de daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)