Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne 2020-05-18 14:24:16   ENQERE - Meclîsa Ciwanên HDK'ê ji bo Pêşengên Şoreşger ên di meha Gulanê de di têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dan. Meclîsa Ciwanan diyar kirin ku ew girêdayî rê û doza Îbo, Heqqî û Çaran in û dê li dijî faşizmê rêxistinbûna xwe mezin bikin.   Meclîsa Ciwanên HDK'ê ji bo Pêşengên Şoreşger ên di meha Gulanê de di têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniya bi sernavê “Em di dêya Îboyan, Heqqiyan, Çaran de ne û girêdayî bîranînên wan in. Ciwanan a HDK'ê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, her çar şoreşgerên 18'ê Gulanê di salên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî û got: "Girêdana me ya bi biryar dê bi meşa di rêya wan a ronî de bi ruh bibe."    Meclîsa Ciwanan di daxuyaniyê got: "Di 18'ê Gulana 1973'an de hevrê Îbrahîm ku li êşkencexaneyan 'serî da lê sir neda', bû şehîdekî ku îdealên paqij ên mirovahiyê temsîl dike û ji meşa şoreşê re bû pêşeng." Meclîsê bal kişand ser Hakî Karer ku 18'ê Gulana 1977'an li Dîlokê ji aliyê rêxistina bi tarî ya bi navê 'Stêrka Sor' ve hate qetilkirin û wiha got: "Dema ku hate qetilkirin 27 salî bû û bû sembola wê yekê ku bêderfetî nas nekir, di her şert û mercî de derfet afirand û bû nîşaneya kevneşopiya piştevanî û doza azadiyê ya gelan. Bû hinceta şoreşeke mezin. Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên ku têgihiştina, teslîmiyet dibe xiyanet, berxwedan dibe serketin pejirandin, di nava şert û mercên herî giran ên teslîmiyet û hewldanên serîtewandinê de li dijî qirêjiya bêrûmetiyê ya xiyanetê bedena xwe dan ber agir û mirovahî bi vî rengî parastin."   Meclîsa Ciwanan a HDK'ê destnîşan kir ku wê vê sekna qewîn ti carî tawîzê nedin û li dijî faşîzmê rêxistiniya xwe mezin bikin.