Gundê Zîlanê xistin qerantinayê 2020-05-18 09:44:22 ÊLIH – Gundê Zîlan a girêdayî navçeya Hezoya Êlihê ji ber weqayên koronayê hatin tespîtkirin, gund xistin qerantînayê.   Li gundê Zîlan a girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê çend roj berê Hacîre Sevîm rakirine nexweşxaneyê û ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê bûyerê li gund weqayên nû ango kesên nû bi koronayê ketine hatine tespîtkirin. Li ser vê yekê bi biryara Desteya Umûmî Hifzissihha ya Hezoyê û Qeymeqamiya Hezoyê gund kirin karantînayê.   Qeymeqamiya Hezoyê têkildarî sepandina karantînaya li gund daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo em pêşî li belavbûna vîrûsa koronayê bigirin û welatiyên xwe ji şewbê biparêzin, ji 17’ê gulana 2020’an de heta fermanek duyemîn li gundê Yenîçaglarê girêdayî navçeya hildane karantînayê. Têketin û derketina gund hatiye qedexekirin. Her wiha çûnehata cîran û şêniyên gund a ba hev hatiye qedexekirin. Hemû tevdîr hatine girtin.”