Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e 2020-05-18 09:28:35 AMED - Hewldana 78'an a Amedê, kesên di meha gulanê de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û diyar kir ku dê têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê ji xwe re bikin armanc û li ser vê bingehê bi biryardarî têkoşînê xurt bikin û bigihînin serkeftinê.   Hewldana 78'an a Amedê, têkildarî şehîdên meha gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û şoreşgerên pêşêng ên kurd û tirk ku di vê mehê de şehîd bûne bi bîr anîn. Hewldanê, di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku meha gulanê ji bo gelê kurd meheke pîroz e û ji ber vê yekê meha gulanê weke Meha Şehîdan û hefteya ku rastî 18'ê Gulanê tê jî weke Heftaya Şehîdan diyar kiriye û hemû şehîdên şoreşa gelan bi bîr tîne.   XWESTINA ŞOREŞÊ BIFETISÎNIN   Hewldanê, şoreşgerên kurd ên ku li Zîndana Amedê li hemberî zilm û înkara Derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bedena xwe dane ber agir û şehîd bûne û şoreşgerên tirk ku hatine darvekirin bi bîr xist û destnîşan kir ku pergala dewletê bi van zext û darvekirinan xwestiye hêviya gelan a şoreşê bişkîne û têkoşîna şoreşê bifetisîne, lê negihiştiye armanca xwe.   ÎRO JÎ GEFXWARIN DIDOMIN   Di berdewamê de Hewldanê, da zanîn ku îro jî pergala nîjadperest û hukumeta AKP-MHP'ê bi gefxwarina li civakê, dixwaze tevahiya civakê bixe bin kontrola xwe û ev tişt got: “Hêza tekane ku li hemberî pêkanînên AKP-MHP'ê çok naşikîne û serî natewîne, têkoşîna azadiya gelan a hevpar ku di pêşengiya gelê kurd de tê meşandin e. Ji ber vê rastiyê dibînin, vîna gel desteser dikin, destnedayîna parlementerên kurd radikin, qeyûman peywirdar dikin.”   XURTKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Hewldanê, destnîşan kir ku dîroka têkoşîna azadiyê nîşan daye ku tu gefxwarin, zext, zor, înkar û êrîşkarî nikarin bi tekoşîna azadiya gelan paşde gav bidin avêtin û got ku ew ê ji bo têkoşîna hevpar a gelan li hemberî faşîzmê bi ser bikeve têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt bikin û bi biryardarî bimeşînin û ji bo vê yekê em ê têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê û hemû cûreyên faşîzmê ji xwe re bikin armanc û li ser vê bingehê bi biryardarî têkoşînê xurt bikin û bigihînin serkeftinê.