Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe 2020-05-18 09:11:34 WAN – Seroka VADSÎAD Berrîn Tatli Ûçar da zanîn ku ew desteka ji aliyê hikumetê ve ji bo pandemiyê tê dayîn kêm dibîne û dê piştî pandemiyê her tişt biha bibe û bêkarî zêde bibe.  Seroka Komeleya Pîşesazên Dînamîk û Karsazên Wanê (VADSÎAD) Berrîn Tatli Ûçar ji ajansa me re axivî û balê kişand ser rewşa aborî ya pêvajoya pandemiyê û piştî vîrûsê dê rewş çawa be.    ‘WÊ REWŞA ASAYÎBÛNÊ DIRÊJ BIDOME’    Ûçar bal kişand ser daxuyaniya asayîbûnê ya hikumetê û got: “Wê rewş di demek kin de veneguhere mîna xwe ya berê. Veguherîna rewşa aborî û civakî ya wek rewşa berê dibe ku salek û betirî salekî jî bidome. Yanî bi kurtasî dê vegera asayîbûnê dirêj bidome. Divê îstîhdam were befirehkirin. Lazime artêşa bêkaran bê kar nemîne û kanalîzeyî karan bikin. Ji desteka dewletê ku kir herî kêm 5 milyon însan sûdê jê wergirt. Lê xelkê nikaribû bi vê desteka dewletê ku kir jî debara xwe bike. Kêm maye. Bi taybetî li Wanê di warê aborî de krîzek diqewime. Desteka dewletê têr nake, divê hin bêtir destekek mezin were dayîn. Piştî pandemiyê her tişt wê biha bibe û bêkarî zêde bibe. Ev meseleyek girîng e. Vê pêvajoya pandemiyê bi taybetî ji bo jinan bi tengezarî derbas dibe. Jinan tengezariyên giran ên ekonomîk, zext û tundiyê dîtin û pê re rûbirû dimînin. Pêvajoya pandemiyê li dijî hat şixûlandin. Jinan parek mezin a neyînî jê girt. Piştî pandemiyê ji bo jinan jî divê xebatek berfireh a van hemû pirsgirêkan û tengezariyan ji holê rake, pêk were.”