Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne 2020-05-18 09:09:54 ŞIRNEX / MÊRDÎN – Kampanya “Hevmalî” ya HDP’ê li Şirnex û Mêrdînê 2 hezar û 174 malbat anî ba hev û hevmalî kir. Li her du bajaran 4 hezar û 500 malbat li benda hevmalîbûnê ne.  Partiya Demokratîk a Gelan di pêvajoya vîrûsa koronayê (Covid-19) ji bo malbatên pêdiviyên wan bi alîkarî û piştevaniyê hene, kampanya “Hevmalî” ango “Malbatên xwişk û bira” dabû destpêkirin û ev kampanya li gelek navendan didome. HDP’ê li bajarê Şirnex û Mêrdînê bi hezaran malbat anî cem hev û wan hevmalî kir. Di çarçoveya kampanyayê de li Şirnexê hezar û 174 malbat û li Mêrdînê jî hezar malbat bûn hevmalî. Her wiha li tevahiya Şirnexê 2 hezar û 840 malbat û li Mêrdînê jî 500 malbat jî pêdiviyên ên zexîreyan birêkûpêk tên dabînkirin.    LI ŞIRNEXÊ 3 HEZAR MALBAT LI BENDA HEVALÎBÛNÊ YE    Ji rêveberiya HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksû behsa milê kampanyayê ya Şirnexê kir û got li tevahiya Şirnexê 7 hezar malbat serî li wan daye û got: “Ji 7 hezar malbatî, me hezar û 174 malbat anî cem hev. Me alîkariya kolîyan jî da 2 hezar û 840 hezar malbatan. Ev kolî jî kelûpelên dezenfekte û zexîryan pêk tê. Me li tevahiya bajêr hêj ji bo 3 hezar malbat malbatên hevmalî nedîtine. Ji bo vê yekê divê em piştevaniyê mezin bikin. Em vê xebata xwe berfirehî birêve dibin û wateya wê ji bo me zêde ye.”    LI MÊRDÎNÊ JI BO HEZAR Û 500 MALBATAN BANG    Hevserokê Rêxistina HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday jî têkildarî kampanya li Mêrdînê tê birêvebirin axivî û wiha got: “Me 3 hezar malbat tespît kirin. Ji 3 hezarî ji bo hezar malbatan hevmalî hat dîtin. Em di pêvajoya kampanyayê de bi astengiyan re hevrû ne. Ji bo em malbatan hişyar bikin û tevdîrên xwe bigirin xebatên me asteng kirin û dikin. Me hezar û 500 malbatên din jî tespît kiriye. Divê beşek ji van malbatan hevmalî bibin. Ji bo vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku hin bêtir hestiyar tevbigerin û em bi piştevaniyê dikarin hemû dijwariyê ji pêşiya xwe rakin.”