Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da 2020-05-17 20:31:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Îro li Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê 44 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi van miriyan re hejmara giştî ya miriyên li Tirkiyê derket 4 hezar û 140 kesan. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa koronayê agahiyê dawî ango resmê îro yê koronayê bi raya giştî re parve kir. Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê wek her roj resmê îro belav kir. Li gorî agahiyên ku Wezîrê Tenduristiyê Koca belav kir, di nava 24 saetên dawî de hezar û 368 kes bi koronayê ketine û 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi van miriyan re hejmara giştî ya miriyên li Tirkiyê derket 4 hezar û 140 kesan. Hejmra giştî ya kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 149 hezar û 435’an.