Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin 2020-05-17 14:06:23   QERS - Li ser medya civakî bi şandina wêneyê guleyan gef li Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen xwarin.   Li kampanyeya lînçê ya li dijî Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen hatiye destpêkirin, yek din lê zêde bû. Ji hesabê medya civakî ya bikarhênerê wê nehat destnîşan kirin, peyama wêneyê qûtiyek tije gule bi têbiniya “Şewbaş hewal, mirin tu JÎTEM. Hûn jê hes dikin” ji Bîlgen re hat şandin.   ‘YÊN JI HÊSIN DITIRSIN SIWARÊ TRENÊ NABIN’   Hevşaredar Ayhan Bîlgen li ser hesabê xwe yê Twîtterê bersiv da vê peyama gefxwarinê. Bîlgen, di bersiva da de wiha got: “Me berî 15 salan di xebatên MAZLUM-DER’ê de şahidiya heman tehdîtan kir. Çawan ku ew dest ji hînbûnên xwe bernadin, ji bo me jî tu tişt nehatiye guhertin. Yên ji hêsin ditirsin siwarî trenê nabin.”   Parêzerê Bîlgen Bişar Abdî Alinak, diyar kir ku ew ê roja Duşemê derbarê peyama hat şandin de, gilî bikin.