Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket 2020-05-17 13:57:14   MEXMÛR - Li Navçeya Mexmûr agir bi dexl û zad ked. Şêniyên Mexmûrê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.   Li Mexmûra Jêrîn a girêdayi Musulê agir bi dexl, zad û zeviyan ket. Gelek zeviyên Mexmûra Jêrîn şewitîne û agir her diçe berfireh dibe. Şêniyên Mexmûra Jêrîn hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Şaredariya Wargeha Mexmûrê jî ji bo agir belav nebe, çûne herêma şewatê û hewl didin vemirînin.     DAÎŞ'Ê NÎŞAN DIDIN   Di demên dawî de hebûn û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê pir zêde bûye. Sala borî yek ji kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê şewitandina dexlûdanên welatiyan bûn. Ji Rojavayê Kurdistanê bigire heta Iraqê li gelek deveran çeteyên DAÎŞ’ê agir bi zeviyan xistibûn. DAÎŞ gefa ku an wê xwediyê zeviyan bacê bidin wan an jî wê zeviyên wan bişewitînin, dixwarin. DAÎŞ’ê bi hezaran hektar zevî dabûn ber agir û şewitandibûn.