Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin 2020-05-17 10:10:40   MÛŞ - Hevşaredarê Bajaroka Vartînîsê ya Mûşê Casim Budak ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û ji peyvirê hat girtin, hat girtin.    Wezîrê Karên Hundir di 15'ê Gulanê de qeyûm tayînî 5 şaredariyên HDP'ê yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û bajaroka Vartînîsê kiribûn. Hevşaredar ji peyvirê hatibûn girtin û hatibûn binçavkirin. Hevşaredarê Vartînîsê Casim Budak jî ku hatibû binçavkirin, hat girtin. Budak, piştî sewqî dozgeriyê kirin, dozger bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi heman îdîayê der barê Budak de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.