Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir 2020-05-17 09:02:34   MÊRDÎN – Beşîr Dundar ku tevî Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner di heman qawîşê de maye, anî ziman ku tenê xwestekeke Çaran hebû ew jî yekîtiya kurdan bû.    Di ser çalakiya "Çaran"; Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zenîn û Necmî Oner re 38 sal derbas bûn. Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner di 17'ê Gulana 1982'yan de li dijî îşkence, muameleya xirab, cinayet û darvekirinên dema Darbeya Eskerî ay 12'ê Îlonê li Girtîgeha Amedê li qawîşa 33'yan agir berdabûn bedena xwe.      Hevalên wan ê qawîşê beşîr Dundar behsa wan kir.    ‘BERXWEDANEKE MEZIN HEBÛ'    Dundar, ji bo îşkenceya li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê got: "Ji xwe îşkence paşnavê me kurdan bû."    Dundar, ji bo tiştên li girtîgehê pêk dihatin jî got: "Li Zindana Amedê berxwedaneke mezin hebû. Li dijî vê jî îşkence, lêdan û her cure tahde hebû. Em kurd gava behsa wan rojan dikin, piranî beha lêdan û îşkenceyê dikin. Ez dibêm ev ji ber mexdûr bûnê ye. Yanî ne ji bo em xwe şîrîn bikin an jî dilê ên me temaşe dikin bişewitînin. Lê ev fatûreya me jî bedêlên me bûn. Heger tu bêjî ez kurd im û bêjî ez ji zimanê xwe hez dikim, tu yê fatûreya vê yekê jî bidî. Ji bo van daxwazên me ev fatûre li me birîn. Divê te negotana ez kurd im, gere te dîroka xwe înkar bikirana, te zimanê xwe înkar bikirana û gere te heqaret li van tiştan bikira. Fatûreya redkirina van tiştan dibirîn. Ji sedî 90'ê sedema girtina me ev bû."    ‘GOTINA DAWÎ YA FERHAT; XWEDÎ LI HEVALAN DERKEVIN'    Dundar, behsa berî çalakiya Çaran û piştî çalakiya wan kir: "Piştî Newrozê bû. Hevalê ferhat got; 'Hevalê Mazlûm şehîd bûye.' Awayê şehîdbûna wî got. Got, êvara Newrozê bûye. Min Mazlûm nedît. Hema bêjê kesî jî wî nedîtibû. Lê her kesî pir hez jê dikirin. Loma me pir bêriya wî dikir. Me nizanibû wê çi bibe û em ê çi bikin. Meha Gulanê bû. Şeva 16'ê Gulanê saet 03.30 bû. Agir bi qawîşê ket. Heval bazdan çûn serşoyê av anîn. Serşoya me jî tunebû, lê qazana serşoyê hebû. Me nizanibû çi bûye. Me dît Ferhat her sê hevalên me yên din in. Ewilî me ew nas nekirin, lê hevalê Ferhat rûniştîbû. Serê her sê hevalan jî li ser çoka Ferhat bûn û dişewitîn. Ferhat, got 'Agir netefînin, ev çalakî ye. Ên agir bitefînin xiyanetê dikin.' Me ew rakirin. Atomosferek pir cuda bû."    Dundar, anî ziman ku gava agir tefiyaye ji ferhat re gotiye "Ez dikarim çi bikim" û Ferhat jî jê balîf xwestiye. Dundar, got: "Çûm min balîf anî, xist bin serê wî. Gava min destê xwe xist bin serê wî destê min jî diheliya. Min pir hez jê dikirin. Ne tenê ez, her kesî. Dijminê wî jî jê hez dikir. Dijminê bavê wî jî. Min jê pirsî ka em dikarin çi bikin. Got, 'Xwedî li hevalaan derkevin.' Gotina herî dawî ji min re got, ev bû. Niha hûn bêjin wekî wî dixwest em xwedî derketin an na? Em derneketin. Çimkî heger ez jî fedekar bûma, gere niha li cem wî bûma. Ev nexweşîna xwe berdaye nava me, ev nexweşîna jiyana me teslîm girtiye nehişt em vê fedekariyê bikin. ferhat, fedekar bû, jîr bû. Di warê zimanê zikmakî xwe pêş xistibû. Ders dida me hemûyan. Di warê kurdî de gava kêmasiyek me hebûna me jê dipirsî."    ‘EŞREF XWEDÎ RUHEKÎ ANARŞÎST BÛ'    Dundar ku ji bo Eşref Anyik got "xwedî ruhekî anarşît bû." Dundar, anî ziman ku carinan hin tişt nîqaş dikirin û Anyik dihat cem wî dipirsî û ka ew çi difikire. Dundar, behsa bîranînek xwe û Anyik jî kir û got: "Min ne bi Marks zanibû ne jî Lenîn. Ji xwe ez, eşref, Adnan, Necmî, Mahmût û çar hevalên din me tim lêdan dixwar. Ên din jî diçûn firaq dişûştin. Ên çaygerî dikirin jî hebûn. Loma herî zêde fatûre li me dihat birîn. Her roj îşkence dikirin. Lê em bêtir li ser xwe bûn. Her ku îşkence dikirin me bêtir li ber xwe dida. Lê hevalê Eşref pir baş bû. Heval hemû wisa bûn."    Dundar, behsa bîranên xwe û Necmî Oner û Mahmût Zenîngîn jî kir û got: "Sibehê heya êvarî bi Ferhat re bûn. Bedew bûn. Em ne layiqî wan in."    ‘WÊ BAŞTIR BIBE'    Dundar, anî ziman ku piştî Çaran agir berdaye bedana xwe Ferhat Kûrtay gotiye "Wê ji niha û şûnde baştir bibe" û got: "Piştî wê îşkence hinekî kêm bû. Hebû lê ne wekî berê. Ev çalakî ne ji bo zengînbûnê, ne ji bo berjwendiyeke şexsî bû. Ev çalakî tiştekî din bû."    Dundar, anî ziman ku niha wekî berê îşkence tuneye lê rewşa niha xirabtir e û got: "Kapîtalîzm daxilî nav jiyana me bûye û rewş zehmetir bûye. Rewşa girtîgehan xirabtir bûye. Niha bê sûc jî mirov tên girtin. Belkî hinceta girtinê biçûk be lê zext û zorî zêde ne."    Dundar, destnîşan kir ku ji bo girtina kurdan pêdivî bi hincetekê tuneye û ji bo dema 12'ê Îlonê got: "Gava hevalek bihata îşkencekirn, bertek nîşan dida digot 'Çima li min daye.' Ji gardiyanekî pirsî, gardiyan jî got 'lawo her derê te bahane ye.'"    Dundar, destnîşan kir ku tenê daxwazek kurdan heye ew jî ziman û çanda wan û got: "Tenê ne kurdî ye. Erebî, tirkî hemû jî hêja ne. Lê zimanê me wekî şîrê dê ye. Gava nîvcomayî be ne zirara wê heye, ne jî fêdeya wê. Lê a girîng em baş bi zimanê xwe zanibin."    YEKÎTÎ   Dundar, destnîşan kir ku şert û mercên niha jî pir giran in û got: "Îro, yekîtî û tifaq ji her tiştî girîngtir e. Ji hezkirina her tiştî baştir e. Hezkirina mezin bi tifaq û yekîtiyê pêkan e. Heger em bibin yek, wê êrîş bi kêr neyên. Heger em nebin yek, duh çi hatin serê me wê îro jî bên serê me. Daxwaza hevalên Ferhat wan ev bû. Yekîtî tenê ne ji bo kurdan, ji bo tirk, ereb û xirîstiyanan jî lazim e."    MA / Ahmet Kanbal