ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-17 09:00:12   * Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku DYA li dijî Îranê amadekariya şerê eskerî dike. Hat îdeakirin ku DYA ji bo şerê ser Îranê planeka ji du qonaxan pêk tê amade kiriye. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku DYA baregehên xwe yên eskerî yên li Iraqê komî ser hev dike bi taybetî hêzên Ereb ên Sûnnî yên li Tirkiye û Urdunê perwerde kirine anine baregehên xwe yên Hewlêr, Misul û Anbarê.   * Prof. Dr. Nejla Kurul, diyar kir ku divê Tirkiye bi têgînên “terorê” û “terorîst” re rû bir û were û got: “Zextên li dijî kirdeyên polîtîk ên kurdan dewam dikin. Êdî mirov naxwazin bi hestên tirs û xemgîn li Tirkiyeyê bijîn. Mirov dixwazin demokrasiya Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin.”    * Parêzvanên mafên mirovan, anîn ziman ku îqtidar şewbê li dijî girtiyan wekî "amûra tolhilgirtinê" bi kar tîne û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    * Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, anî ziman ku wê li ber siyaseta qeyûman çok daneynin û got, ev êrîş tenê ne li kurdan li hemû hêzên ked û demokrasiyê tê kirin. Her wiha Pîroglû bang li hêzên ked û demokrasiyê kir û got: "Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin."    * Kader Peker ku di Girtîgeha Jina ya Xarpêtê de ye, ji ber ku li ber biryara kêmkirina dema derketina hewşê rabûye, gardiyanan li wê û hevaleke wê xistiye.    * Endama MEBYA-DER’ê Ayşe Çelîkbîlek ji bo êrîşên li ser goristanan anî ziman ku ji ber ku goristan bîr, dîrok û paşeroja civakê ne êrîş dikin û got: “Li dijî hovîtî û pêkanînên derveyî mirovahiyê divê civak, rêxistinên saziyên sivîl û dînî bertek nîşan bidin û têbikoşin.”   * Parlementera HDP'ê Fatma Kûrtalan, anî ziman ku îqtidara AKP'ê wekî 15'ê Tîrmehê pêvajoya pandemiyê jî veguherandiye firsendê û qeyûm tayinkirine û got: "Cîhan hemû ketiye etra ku dê çawa li dijî şewbê tevdîran bigirin, lê li Tirkiyeyê îqtidar jî ketiye etra ku dê çawa muxalefetê, parazvanên demokrasiyê, kurdan û HDP'ê çawa bitepisîne."    *  Beşîr Dundar ku tevî Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner di heman qawîşê de maye, anî ziman ku tenê xwestekeke Çaran hebû ew jî yekîtiya kurdan bû.