Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket 2020-05-16 16:25:01   SÊRT - Nîşeyên "Tarîfeya bombeyê" ku Medya Îqtîdarê xist stuyê Hevşaredara Misircê Baran Akgul, derket holê ku aydî eskerê TSK'ê yê di sala 2009'an de li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê eskerî kiriye ye.    Wezîrê Karên Hundir di 15'ê Gulanê de qeyûm tayînî şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînîs kirin. Hevşaredar jî binçavkirin. Piştî tayînkirina qeyûm Medya Îqtîdarê îdea kir ku nîşeyên "Tarîfeya bombeyê" di lêgerîna li mala Hevşaredar Akgul de hatine dîtin. Piştî îdeaya Medya Îqtîdarê, derket holê ku aydî eskerê TSK'ê yê di sala 2009'an de li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê eskerî kiriye ye.    Li gel ku der barê dosyaya Akgul de biryara veşartinê heye jî dîsa agahî bi çawemeniya hawiz re hatin parvekirin.