‘Hemû girtiyên nexweş berdin' 2020-05-16 15:59:14   STENBOL/ÎZMÎR - Endam û rêveberên ÎHD'ê li Stenbol û Îzmirê daxuyanî dan û xwestin hemû girtiyên nexweş serbest berdin. ÎHD'ê bal kişand ser girtî Abdullah Kalay û diyar kir ku li gel 4 caran rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" girtî ye jî dîsa nayê berdan.    Komîsyonên Girtîgehan ên Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Îzmirê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girityên nexweş daxuyanî dan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F" di hefteya 425'an de berdewam kir. Komisyonê dîsa bi sedema (Covid-19) li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan. Komîsyonê bal kişand ser tenduristiya Abdullah Kalay û diyar kir ku nexweşê dil, hemoroid, prostat û gelek nexweşiyên din e. Endamê komîsyona ÎHD'ê Meral Nergiz Şahin daxuyanî da û wiha got: "Şewba Covid-19 li ser girtiyan gefek gelek mezin e. Mafê wan ê jiyanê binpê dike.  Li Girtigeha Hêjmar 7 a Tîpa L a Silivrî 8 girtî rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan giran e. Li van girtîgehan 191 girtî bi vîrûsê ketine. Li Odeyên 7 kesan 39-45 girtî dimînin. Rîska girtîyan di van şertan de pir pir zêde ye."    Şahîn bal kişand ser rewşa Abdullah Kaya yê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kocaelî wiha got: "Di sala 1992’an de Kalay hat girtin. Di salên 1996-2000'an de ket rojiyên mirinê. Bi nexweşiya Wernicke Korsakoff ê ket. Niha gelek nexweşiyên wi hene û divê serbest bê berdan. Kalay heta niha 4 caran li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeli rapora "Nikare bi tena serê xwe girtî bimîne" stendiye. Lê li gel vê raporê nayê berdan."   ÎZMÎR    Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê ji bo girtiyên nexweş bên berdan, daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa Nîmetûllah Tunç ê 44 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê ye. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek, daxuyanî da û xwest Tunç serbest bê berdan.