Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê” 2020-05-16 14:35:56   AMED – Endamê Komîteya Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin, diyar kir ku li gel vîrûsa koronayê jî wê pirsîna xwe ya aqûbeta windanyan berdewam bikin û ji bo derketina holê ya heqîqetan, banga avakirina Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Rûbirûbûnê Raboriyê kir.   Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 588’emîn de çalakiya we ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li avahiya şaxa ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê tenê Endamê Komîteya Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin tevlî çalakiyê bû. Yalçin, diyar kir ku li gel vîrûsa koronayê jî wê pirsîna xwe ya aqûbeta windanyan berdewam bikin.   HETA DERKETINA HOLÊ YA HEQÎQETÊ WÊ BERDEWAM BIKIN   Yalçin, da zanîn ku pêkanînen windakirina bi darê zorê rastiyeke ku divê Tirkiye pêre rû bi rû bibe û wiha got: “Windakirinên bi darê zorê beriya avakirina komarê dest pê kirin û hê jî didomin. Heta ku heqîqet derkevin holê û bi raboriyê re rûbirûbûn çêbibe, em ê hebûna xwe ya Li kuçe, qad û pêşiya edliyeyan berdewam bikin.”   DAXWAZÊN ÎHD’Ê   Di berdewamê de Yalçin, weke ÎHD’ê daxwazên wan wiha rêz kir: “Beriya her tiştî divê aqûbeta windayên bi darê zorê bê ronîkirin û ji bo vê yekê hemû arşîvên dewletê bên vekirin. Em ba li hikûmet dikin ku ‘Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Parastina Kesan a ji Windakirinên di Binçavan de ya Neteweyên Yekbûyî’ îmze bike û pêwistiyên wê bi cih bîne. Em bi bîr dixin ku pêwîst Tirkiye bibe endama Statuya Romayê ya ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî damezrandiye. Em bang dikin ku li endamên darazê dikin ku têkildarî windakirina darizandineke bi bandor bikin û weke peymanên navneteweyî ji bo van sûcan demboriyê li ber çav negirin. Ji bo ku careke din li vê axê êşên bi vî rengî neyên jiyîn em daxwaz dikin ku ‘Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Rûbirûbûnê Raboriyê’ bê avakirin.”