'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e' 2020-05-16 13:28:38 ÎZMÎR - Endamê Rêveberiya DÎAYDER'ê ya Îzmirê Ferzende Denîz, diyar kir ku êrîşên li dijî gor û goristanan di olê îslamê de tune ye û wiha got: "Ev êrîş berdewamiya feraseda Yezîd e."    Bertek û nerazibûnên li djiî êrîşên li ser gorên endamên PKK û HPG'ê didomin. Endamê Rêveberiya DÎAYDER'ê ya Îzmirê Ferzende Denîz, berte nîşanî êrîşa li dijî goristanan da û anî ziman ku ev di olên semawî de tune ye. Denîz, diyar kir ku êrîşên li dijî gor û goristanan di olê îslamê de tune ye û wiha got: "Ev êrîş berdewamiya feraseda Yezîd e." Denîz, da zanîn ku tu eleqeya van êrîşan û olê Îslamê bi hev tune ye û wiha got: "Di olê êslamê de hurmeta li dijî mirov û goran heye. Divê hurmetê nîşanî mirov û gor-goristanan bidin. Rûniştina li ser goran jî heram e. Di pirtûka pîroz Kuran-ı Kerim de ji di sureya Nahide de dibêje bi însaf û edalet bin. Dibêje hûn ji yekî hez nekin jî hurmetê nîşanî wan bidin. Ev êrîş di feraset û kevneşopiya Yezîd de heye. Ev berdewama hişmendiya Yezîd e.