Zîlan li ber çavê me dipirpirt e! 2020-05-16 13:03:01   WAN – Hawirdoparêzên ku li Geliyê Zîlanê ya xebatên HES’ê careke din lê hatine destpêkirin lêkolînan kirin, ev bang kirin: “Li ber çavê me jiyan dipirpirt e. Zîlan dipirpirt e. Werin em ji vê komkujiyê re bibêjin rawest e.”   Li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîşê ya Wanê, careke din dest bi çêkirina 4 Santralên Hîdroelektrîkê (HES) hat kirin. Serokê Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (Van Çev-Der) Alî Kalçik, Aktîvîstê Hawirdorê Zeynel Abîdîn Çelebî û Nivîskar Şahabettîn Demîr çûn Geliye Zîlanê lêkolînan kirin û bal kişandin ser texrîbata ekolojîk a li gelî pêk hatiye.   SERVAÊ JÎ NADIN   Serok Alî Kalçik ku li herêmê serdana gundan kir û bi gundiyan re hevdîtin kir, da zanîn ku hemû cûreyên zîndewerên ku li qeraxê çem dijîn bi gefa tunebûnê re rû bi rû ne û wiha got: “Çemên ku HES li ser wan tên avakirin, serav jî nayê dayîn. Ji bo ku armanca karê ya fîrmayê heye, ji ber dûkelbûnê wê seravê jî nede. Heke serav neye dawîn wê hemû zindewerê li vir bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. Xweza tenê ne ya mirovan e ya zîndewerên ku li vir dijîne jî. “   DÎROK Û XWEZA TÊ TUNEKIRIN   Kalçik, komkujiya ku di sala 1930’ê de li Geliya Zilan pêk hatibû bi bîr xist û ev tişt got: “Hê jî li herêmê hestiyên mirovan ji bin axê dertin. Kokujiya Geliyê Zilanê li vir pêk hatiye. Li herêma ku HES tê çêkirin û avê lê tê girtin dema komkujiyê 28 gund hebûne. Lê ki ber komkujiyê gundek jî nemaye. Dema Kenan Evren qirgiz li vir hatin bicihkirin. Ev herêm ji bo kurdan herêmeke girîng e. Liv ir 2 mijarên girîng hene. Ya yekemîn dîrok tê tunekirin a duyemîn jî xweza te tunekirin. Divê em li dijî tunebûna dîrok û xwezaya xwe dengê xwe bilind bikin.”   ZÎLAN JI BO JIYANÊ DI PIRPIT E!   Aktîvîstê Hawirdorê Zeynel Abîdin Çelebî jî da zanîn ku Semenderiya Belek a Anatoliyê ku di nav gel de weke “kêzika baranê” tê zanîn û ji aliyê Rêxistina Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (IUCN) de di nav cûreyên ku neslê wan li ber tunebûnê tê jimartin, li Geliyê Zîlan dijî. Çelebî, diyar kir ku kêzika mijara gotinê tenê yek ji cûreyeke endemîk e ku di bin geda HES’ê de ye û ev tişt anî ziman: “Xwezî rayedaran beriya ku biryara xwe bidana bihatina li vir biketina ferqa dewlemendiya xwezayî. Çêkirina HES’ê tê wateya qetilkirina jiyanê. Li ber çavê me jiya dipirpirt e. Zîlan dipirpirt e. Em jî neçarebûna venegotina Zîlanê dijîn. Em bang li ekolojîstan dikin ku bên Zîlanê lêkolîn bikin.”   ASASÊ KOMKUJIYA DUYEMÎN TÊ AVÊTIN   Nivîskar Şahabettîn Demîr jî got ku her dera axa Geliyê Zîlanê di nav xwe de dîrok dihewîne û ev tişt anî ziman: “Asasê komkujiya duyemîn tê avêtin. Li vir di bin ber berî de gorên mirovên hatine qetilkirin dertên. Xwediyên vir di sala 1930’yî ya hatin qetilkirin an jî hatin sirgûnkirin. Navê komkujiya niha komkujiya xwezayê ye. Em bang li hemû mirovan dikin. Werin em ji vê komkujiyê re bibêjin raswest e û beriya pêkanînê komkujiye rawestînin.”