Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan 2020-05-16 12:00:00 SEMSÛR - Ji bo malbata Zeynel Gozubuyuk ê HPG’î yê li çoltera Semsûrê jiyana xwe ji dest da, wesayîta cenaze nedan û destûr nedan ku li mizgeftê cezayê wî bê şûştin.   Li çoltera gundê Korê ya Samsûrê, di 7’ê Gulanê de êrîşa hewayî pêk hat û di êrîşê de 3 endamên HPG’ê Zeynel Alakûş, Gafarî Yorûlmaz û Zeynel Gozubuyuk jiyana xwe ji dest da bûn. Cenaze rakiribûn Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Meletiyê. Cenazeyên Alakûş û Yorûlmaz, di 14’ê Gulanê de teslîmî malbatê hatibûn kirin. Wesayîta cenaze ji bo her du malbatan nehatibûn dayîn. Cenazeyê Alakûş li gundê Tolmez a Semsûrê û yê Yorûlmaz jî li gundê Gomîk a bajêr hatin definkirin. Polîs û leşkeran destûr nedabûn ku her du cenaze bên şûştin.   Cenazeyê Zeynel Gozubuyuk ê di heman êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, duh hat definkirin. Malbatê cezayê kurê xwe ji ATK’a Meletiyê girtin. Şeredariyê wesayîta cenaze neda malbatê ku kurê xwe pê bidin gund. Malbatê, li ser vê yekê bi derfetên xwe cenazeyê kurê xwe birin gundê Malê bava yê girêdayî Semsûrê. Malbatê xwest cenazeyê kurê xwe di mizgefta gund de bişû. Lê leşkeran destûr neda malbatê ku cenazeyê kurê xwe di mizgeftê de bişû. Leşkeran goristina gund kirin dorpêçê û tenê destûr dan ku ferdên malbatê cenaze defin bikin û ji bilî endamên malbatê nehiştin kes bikev goristanê.   Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe spart axê, xwest li gund şîna kurê xwe dane. Lê leşkeran ji bo vê jî destûr neda malbatê.