Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin 2020-05-16 11:13:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Însiyatîfa Başûrê Kurdistanê, meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ber bi herêma Zînî Wertê ve destpê kir.   Bi pêşengiya Însiyatîfa Başûrê Kurdistanê li dijî provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Emê bi rihê ciwantiyê dagirkeriyê têkbibin’ destpê kir. Ciwanan li Baxê Giştî ya Ranyayê daxuyaniyek xwendin û piştre ber bi Zînî Wertê ve meşiyan.