Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê' 2020-05-16 09:02:32   STENBOL - Koordînatora CÎSST'ê Hîlal Vaşak Demîrbaş, anî ziman ku di pêvajoya şewbê de tedawî sekinîne û got, girtiyên nexweş û yên fi koma xetereyê de ne jî divê li malê bên tedawîkirin.    Piştî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) li Tirkiyeyê belav bû, di bin navê tevdîrgirtinê de hevdîtinên li girtîgehan hatin sînorkirin. Bi vê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne. Li gorî daneyên Wezareta Dadê heya niha li gelek girtîgehan 166 girtî bi şewba coronayê ketine.    Koordînatora Şopandin û Nirxandinê ya Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) Hîlal Başak Demîrbaş, anî ziman ku li gor agahiyên ji wan re tên, li girtîgehan gelek kêmasî hene. Demîrbaş, diyar kir ku der barê tevdîrên li girtîgehan tên girtin raya giştî baş nayê serwxtkirin.    AMÛRÊN PAQIJIYÊ    Demîrbaş, anî ziman ku girtî nikarin amûrên paqijiyê yên bêheq peyda bikin û got: "Wezareta Dadê dibêje amûrên paqijiyê tên peydakirin. Lê belê em nizanin ka ev amûr çi ne, serê girtiyekî çi dikeve. Li gorî agahiyên bi dest me dikevin ev yek di înîsyatîfa îdareya girtîgehê de ye û girtiyên ku nikarin heqê amûrên paqijiyê bidin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Tenê li hin girtîgehan amûrên paqijiyê bi awayekî rêk û pêk tên belavkirin, lê hejmara wan jî kêm e."    GIRTÎGEH DÎSA TIJE DIBIN    Demîrbaş, diyar kir ku bi qanûna înfazê re çendî ku bi hezaran kes hatibin berdan, lê niha girtîgeh dîsa tije dibin. Demîrbaş, anî ziman ku ji ber vê dîsa bi pirgirêkên di destpêka şewbê de rûdan re rû bi rû dimînin.    Demîrbaş, destnîşan kir ku pêknehatina hevdîtina a girtiyan û malatan jî dibe sedema prigirêkên mezin. Demîrbaş, anî ziman ku tenî hevdîtina bi êrya telefonê nayê qebûlkirin û got: "Divê parêzer karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çêbikin. Bi vê şewbê re me dît ku daxwaza girtiyan a ji bo nêzî malbatên xwe bin çi daxwaeke di cî de ye."    SEWQKIRINA NEXWEŞAN HATIYE SEKINANDIN    Demîrbaş, diyar kir ku sewqkirina girtiyên nexweş ên divê bi awayekî rêk û pêk biçin nexweşxaneyê hatiye sekinandin û got, hema bêje girtî di tecrîdê de ne.    Demîrbaş, got: "Hema bêje sewqên ji bo nexweşxaneyan sekinîne. Divê ev dirêj dewam neke. Çimkî dibe ku girtiyên nexweşînên wan ên kronîk hebin û nikarin biçin nexweşxaneyê, bi nexweşîn û nerihetiyên din re rû bi rû bimînin. Gava girtiyan dibin nexweşxaneyê, di vegerê de 14 rojan tên karantînakirin. Ev tecrîd e. Li gorî serlêdanên tên kirin girtiyên naxwazin 14 rojan bi tena serê xwe di karantînayê de bimînin, sewqa wan nayê kirin û daxwazên wan ên ji bo sewqê tên taloqkirin."    QAWÎŞ QELEBELAX IN    Demîrbaş, diyar kir ku li girtîgehan nexweşên Covîd-19'yê ji bo tedawiyê tên sewqkirin û li girtîgehan cihê wan cuda ye. Demîrbaş, got: "Heger hejmara pêketiyan zêde bibe peydakirina şert û mercan zehmet be. Heger li qawîşekê kesek pê bikeve wê girtî giş pê bikevin. Ev xetere li qawîşên qeleblaxi zêdetir e."    JIYANA NEXWEŞAN DI XETEREYÊ DE YE    Demîrbaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û di koma xetereyê de ne û got: "Hema bêje tedawiya girtiyên di vê komê de hatiye sekinandin. Ev rewş ji bo girtiyan dibe cihê taalûkeyeke mezin. Demildest divê girtiyên di vê komê de bê şert û merc bên berdan û li malê bên tedawîkirin. Heya şewb biqede taloqkirina înfazê jî di nav de divê ji bo wan gelek alternatîf bên afirandin. Ev gav divê di demeke pir nêz de bên avêtin."