Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye 2020-05-16 09:01:52   MÊRSÎN – Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû, anî ziman ku êrîşa li ser goristanan şermeke pir mezin e û got: "A rast tişta perçe dikin ne gor in, mirovahî ye."    Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ê Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû û Sekreterê Giştî yê Komeleyê Zeynel Kete, bertek nîşanî êrîşên li ser goristanan û êrîşa li ser cenzayê endamê Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek kirin.    ŞERM E   Kûlû, bang li hikûmetê kir ku demildest dev ji van pêkanînên dijî mirovahiyê berde û got: "Li her derê cîhanê gor pîroz in. Qebîleyên herî paşverû bi xwe jî tiştên wiha li qadên pîroz ên mirovan nakin, vê zilmê nakin. Lê belê dewleteke ku dibêje ez dewleta hiqûqê me, bi demokrasiyê têm birêvebirin, îmze daniye bin gelek peymanên mafên mirovan hwd. tiştên wiha dike. Ev şermeke mezin e. A ku perçe dikin mirovahî ye."    Kûlû, got: "Çandeke wisa di baweriya me de tuneye. Nayê qebûlkirin. Bang li kesên van êrîşan dikin dikim. 'Hûn bi êrîşa li ser goran aştî, hezkirin û pşerojê dikujin. Dawî li van êrîşan bînin. Hûn çi bikujin wê ew tişt were we bikuje."    Her wiha Kûlû anî ziman ku kesên ji xwe re dibêjin mirov, rewşenbîr, demokratk hemû divê li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û bertek nîşan bidin.    GOR NASNAME YE    Sekreterê Giştî Pîr Zeynel Kete jî anî ziman ku li gor baweriya wan her can bi hewa, ax, agir û avê re dibe yek û cardin çêdibe. Kete, got: "Yanî mirin ne sînorê tunebûyînê ye. Vekirina deriyê jiyaneke din e. Jiyan ne dûz, ripîrast e. Gilover e. Em ji Heq tên em dîsa biin Heq. Loma civakîbûyîna mekan tenê ne ji bo saxan, mexsûsî miriyan e jî."    Kete, anî ziman ku gor ji bo mirovan navendên rêz, hezkirin û baweriyê ne û nasnameya mirovan temsîl dikin. Kete, diyar kir ku gor ji bo hemû baweriyan pîroz in û got: "Xûypakiya hevpar a mirvahiyê ne. Civakîbûyîn li ser goristanan tê avakirin. Goristan nasnameyên baweriyan e. Xwedîderketina li kêlikekê, xwedîderketina li dîrokekê, li nasnameyekê ye."    Kete, anî ziman ku nedestdayîna goran û rêza ji bo miriyan fazîleteke hevpar e û ber tek nîşanî êrîşên li ser cenazeyê endamê Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek û êrîşên li ser Cemxaneya Cemê.