Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin 2020-05-16 09:00:34   ŞIRNEX - Darên li derdora qaleqolên li herêma Çiyayê Cûdiyê tên birîn. Cerdevan, rojê nêzî 100 ton dar dibirin.    Di demên dawî de li herêma Çiyayê Cûdiyê 6 qaleqol hatin çêkirin. Lê belê ev demeke darên derdora qaleqolên di navbera navenda Şirnexê û bajaroka Sêgirkê de tên birîn. Heya niha li bejahiya gundê Bilkasima, Mîra Çirîskê, Qursekêça, Cifanê, Girê Bel û Gundikê Remo bi hezaran dar hatine jêkirin. Hat hînbûn ku cerdevanên Sêgirkê daran jê dikin.    Niha piranî darên li bejahiya Gundikê Remo tên jêkirin. Esker telefonî welatiyên ku erdê wan li gund hene kirine û ji wan xwestine daran bibirin. Hat diyarkirin welatiyan jî gotiye: "Hûn me bikujin jî em nabirin." Hat destnîşankirin ku li ser vê yekê cerdevanên Şenobayê çûne herêmê û bi xîzaran dar birîne.    ROJÊ 100 TON   Her wiha hat hînbûn ku eskeran bi beramberiya 200 TL'yî ji welatiyan xwestiye daran li traktorê bar bikin. Lê belê hat gotin, welatiyan ev yek qebûl nekiriye.    20 Cerdevanên ku hatine Gundikê Remo, rojê 100 ton dar dibirin. Rojê 20 seferî dikin û darên birîne jî dibin gundê Nêvavayê.